Gelê Efrînê: Kurdên xayîn tenê nûnertiya xwe dikin

Şêniyên Kantona Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk berê xwe dan gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa gotin ku kesên têkîliyên wan bi dagirkeriya Tirk re hene, tenê nûnertiya xwe dikin.

Gelê Efrînê: Kurdên xayîn tenê nûnertiya xwe dikin
13 nîsan, 2018   06:33

CEFER CEFO – ROZANA DADO / EFRÎN

Welatiyên Kantona Efrînê yên li navçeya Şêrawa diyar kir ku ew meclîsa ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin tu carî qebûl nakin û nêrînên xwe bi ANHAʹyê re parve kirin.

Çekdar Hemo: Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê vîna me lawaz nakin, lê hêza me ya berxwedanê zêdetir dibe. Malên me ji çeteyan re namînin. Gelê Efrînê ji bo parastina axa welatê xwe bedelên giran dan. Ji ber vê em ê li hember planên dagirkeriya Tirk û xayînên Kurd hişyar bin. Eger hestên wan Kurdên welatparêziyê li gel wan Kurdên xayîn hebana, qebûl nedikirin ku peykerê Kawayê Hesinkar ku wek sembola berxwedana gelê Kurd tê nasîn, were rûxandin. Ev kes tenê nûnertiya xwe dikin, tu têkîliya me bi wan nîne.

Zelûx Ebdo: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku gundên Efrînê dagir kirin, ji tirsa komkujiyan ji malên xwe derketin. Mal û milkên me ji ber êrîşên dagirkeriyê hatin rûxandin. Hebûna me di nava çeteyan xetereyeke mezin li ser me ava dike. 

Soliye Reşîd: Beriya ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dest pê bikin, jiyana me bi ewle bû. Em ji malên xwe derketin, lê baweriya me heye ku dê hêzên me Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.  

(mm)

ANHA