Komîteya Jinûve Avakirinê ya Reqayê piran temîr dike
Komîteya Jinûve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî xebatên temîrkirina tureya avê, ceyran, kenalizyon û kenalên avê yên di bajarê Reqa û gundên wê pêk anîn, niha dest bi xebatên temîrkirina pirên alternatîf ên li ser Çemê Firatê kiriye, da ku pirsgirêkên welatiyan ên çûn û hatinê çareser bikin.
XALID EL-CUMA/REQA
Komîte pirên hesin ên demkî li ser çem datîne, da ku zehmetiya welatiyan a çûn û hatinê hêsan bike. Ji ber welatî berê bi qeyikan di navbera bakur û başûrê Firatê diçin û dihatin. Ev pir wê heta temîrkirina pirên berê bi dawî bibe, bimîn in. Danîna pirên hesin wekî alternatîf ji bo welatî bi hêsan karibin zeviyên xwe av bidin.
Derabrê mijarê de Serokê Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulah El-Eryan diyar kir ku ew hewl didin ku bi hemû hêza xwe xizmeta welatiyan bikin û ev tişt anî ziman,"Em ê hewl didin ku xebatên temîrkirina tureyên avê û ceyranê jî bi temamî temîr bikin. Her wiha em ê tureya kenalizyonê û kenalên reyê jî bi temamî temîr bikin."
El-Eryan di berdewama axaftina xwe de jî got ku endizyaran pirên ji hesin wekî alternatîf çêkirine da ku li ser Çemê Firatê deyîn in, ew jî wekî pirên alternatîk da ku bakurê çem bi başûrê wî ve girê bidin, di heman demê xebatên temîrkirina pira kevin jî didome.
El-Eryan ji şêniyên Reqayê xwest ku alîkariya wan bikin û bajarê xwe paqij bikin.
Komîteyê hetan niha pirên li ser rêya mîna pira El-Esediyê, pira El-Idnaniye, pira Hikûmî, pira Şinîh, pira Gola El-Fêd, El-Ebara, El-Sebahie û Pira El-Sehlebiye, temîr kirine.
(dc)
ANHA