Piştî êrîşên Tirkiyê, DAIŞ`ê 2 gundên Kerkûkê dagir kir

Çeteyên DAIŞ'ê ku demeke êrîşê dibin ser derdora Kerkûkê, 2 gundên navçeya Daqoqê dagir kirin.

Piştî êrîşên Tirkiyê, DAIŞ`ê 2 gundên Kerkûkê dagir kir
11 nîsan, 2018   07:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir û dest bi hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir, çeteyên DAIŞ'ê li Iraqê dest bi êrîşê kir. Çeteyên DAÎŞ'ê duh êvarê 2 gundên Kerkûkê dagir kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, gundên Heftexar û Ava Fexro yên li navbera Daqoq û Xurmatûyê duh êvarê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin dagirkirin.

Hate gotin, çeteyên DAÎŞ'ê ji minareyên gund bang kirine û gotine, yên destekê didin wan dikarin bimînin, yên destekê nadin bila ji gund derkevin. Li ser vê yekê gundiyan her du gund vala kirin û gund ji DAIŞ'ê re hiştin. DAIŞ li her du gundan bi cih bûye.

Piştî ku dewleta Tirk êrîş bir ser Efrînê, çeteyên DAIŞ'ê jî li derdora Kerkûk, Enbar, Diyala, Mûsil, Hewîce û Til Efer ketin nava liv û tevgerê. Heta niha bi dehan caran êrîş kirin û bi sedan leşkerên artêşa Iraqê, polîsên federal, endamên Heşdî Şebî û sivîl kuştin.

(kc)