BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî-1

Derket holê ku xiyaneta endam, rêveber û serokên bi taybet ya Partiya Yekitî ya di Meclîsa ENKS’ê de ku piraniya wan li Stenbolê, Enqere, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê ne, ne  tenê li Efrînê destpê kiriye. Beriya wê jî bi daxuyanî, kiryar û helwestên cûda Şoreşa Rojava reş dikirin û ev yek jî beriya şerê Kobanê bi awayekî vekirî gelê Kurd rastiya wan dît.

BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî-1
11 nîsan, 2018   05:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Xiyaneta serok û rêveberên Partiya Yekîtî ya din ava ENKS’ê de tenê ne Efrîn e!

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku bi dagirkirinê encam bû, helwesta serok û rêveberên bi taybetî ya Partiya Yekitî ku di nava encumena ENKS’ê de ye ji aliyê gelê Efrînê ve wek e xiyanet tê binavkirin. Lê derket holê ku xiyaneta van serok û rêveberên ENKS`ê bi taybet Partiya Yekitî ya li ser Efrînê ne nû ye û gelê kurd di destpêka Şoreşa Rojava, di şerê Kobanê û ya dawî jî navçeya Xanesor a Şengalê de jî bû şahidê xiyaneta bi vê rengî. Ji ber vê xiyaneta ku ev serok û rêveberan ên bi taybet li Stenbol, Başûrê Kurdistanê û Ewropa li ser navê ENKS’ê biryar û kiryarên dijî berjewendiyên gelê Kurd dikin, helwesta endam, rêveber û serokên partiyên di nava ENKS`ê yên di hundirê Rojavayê Kurdistanê de li hemberê wan, çi, çewa be tê meraqkirin.

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 20’ê çileyê de li ser Efrînê dabû destpêkirin ligel bombebarana bi balafir, helîkopter, keşif, top û obûsan û her wiha hemû teknîkên şer 2 meh dom kir. Li hemberê vê êrîşê gelê Efrînê, şervanên YPG/YPJ û QSD’ê berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan. Di bombebarana balafirên şer, helîkopter, top û obusan de piraniya wan jin û zarok nêzî 500 sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran birîndar bûn, di navê de şûnwarên dîrokî, mizgeft, dêr (kilîse), navendên jiyanî yên wek e nexweşxane, dibistan, depo û îstasyonên avê, firinên nan, dikan, xanî, bax û bexçe heyî bi hezaran cihwar hatine rûxandin, zirarek mezin a madî û manewî yên gelê Efrînê çêbû. Di roja 58’emîn a êrîşa dagirkeriyê de bi sed hezaran gelê Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û li gundewar, navçeyên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa bi cih bibin.

Ev êrîşa ku bi piştgiriya Rûsya pêk hat de, di navê de Amerîka jî heyî hemû dewlet, hêz û saziyên navneteweyî li hemberê vê kiryarî bi bêdengiya xwe piştgiriyê dan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Gelê Kurd heta astekî wateyê dide piştgiriya dewletên navneteweyî ya dane dewleta Tirk, lê endam, rêveber û serokên bi taybet ya Partiya Yekitî ya di Meclîsa ENKS’ê de ku piraniya wan li Stenbolê, Enqere, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê ne, bi daxuyanî, kiryar û mudaxilbûna nava meclîsa ku li bajarê Dîlokê (Entabê) bi pêşengtiya hikumeta AKP û MÎT’ê ve hatiye avakirin, piştgiriya herî xurt dane dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê ji bo rewa bê dîtin her tiştî dikin, nayê fêmkirin. Lewra ENKS`ê  ya ku li ser îdîaya berjewendiyên gelê Kurd biparêze derketibû rê bi van kiryar û daxuyaniyên xwe rast e rast girêdayê kê ne radixe berçavan.

Ev kiryar û daxuyaniyên rêveber û serokên bi taybetî ya Partiya Yekitî ya ENKS’ê ku ji aliyê gelê Efrînê û tevahî Kurdan ve weke xiyanet bi nav dikin, em dê di vê dosyayî de hewil bidin nîşan bidin.

ENKS`ê  çawa ava bû?

Meclîsa Niştîmana Kurdî ya li Suriyê (ENKS) ku di 26'ê cotmeha 2011'an de li Qamişlo ya Rojava hat ava kirin, destpêkê ji 13 partiyên Kurd pêk hat. Partiya Demokratîk a Kurdistan a Li Suriyê (PDKS) bi serokatiya Siud Mele, Partiya Yekîtiya Kurdî Ya Li Suriyê bi serokatiya Îbrahîm Biro, Partiya Îslah a Kurdî ya Suriyê bi serokatiya Feysel Yusif, Partiya Demokratîk a Kurdî ya Suriyê (El Partî) bi serokatiya Ehmed Sîno, Partiya Teyar El Musteqbel a Kurdî ya Suriyê bi serokatiya Narîn Metîn, Partiya El Musteqbel a Kurdî ya Suriyê bi serokatiya Siyamend Haco, Partiya Çep a Kurdistanê ya Suriyê bi serokatiya Mehmud Mele,  Partiya Çepgir a Kurdistanê ya Suriyê bi serokatiya Şelal Kedo, Partiya Wihde Demokratîk a Kurdî ya li Suriyê bi serokatiya Hejar Elî, Partiya Wehde Demokratîk a Kurdî ya Suriyê bi serokatiya Kamiran Hac Elî, Partiya Misawa Kurdî ya Suriyê bi serokatiya Nîmet Dawud, Partiya Niştîmanî Kurdî ya Suriyê bi serokatiya Tahir Sifuk, Rêxistina Êzîdiya li Suriyê bi serokatiya Serhan Îsa, pêk dihatin. 

Armanc

 Armanca avakirinê ku li ser esasê muxalefetiya Rejîma Beas û Suriyeke bê Esad, her wiha yekîtiya kurdbûnê û ji kurdan re federasyonî, hat ava kirin. Despêka avakirina ENKS'ê rêveberiya Partiya Demokratîka Kurdistan (PDK), Berpirsiyarê Ewlehiya (Îstîxbarat) Hikumeta Başurê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku kurê Mesûd Barzanî ye û Serokê Herêma Kurdistana Başur Mesud Barzanî bi awayek vekirî hem di hêla siyasî, hem jî aborî de piştgirî dan.

Hê destpêka Şoreşa Rojava emareyên xiyanetê xwe da der!

ENKS'ê ya li ser armanca Rejîma Beas û Suriyeke bê Beşar Esad dixwestin û muxalefetiyê li ser vê esasî dikir, piştî Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de, li bajarê Hewlêr a Başurê Kurdistanê di 24'ê Hezîran 2012'an de civînek giştî hat çêkirin û di polîtîkaya xwe de hin guherandin û hin biryar girtin. Piştî civînê nêzî mehekî ji Rêveberê Meclîsa ENKS'ê Îbrahîm Biro daxuyaniyek da û diyar kir ku Şoreşa Rojava ji ber bê bûyer û bê xwîn birije biser ket ev jî dide nîşandan ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştgirî ji Rejîma Baas girtiye û wisa biser ketiye. Piştî vî daxuyaniyê rengê guherîna polîtîkayê ya di encama civîna li Hewlerê derketiye diyar bû. 

Bi vê guherîna polîtîkayê re, hin endam, rêveberên navçe û bajarên li Rojava nerazîbûn li hember vê helwest û polîtîkayê nîşandan û berê xwe dan nav sazî û partiyên girêdayên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û gelek ji wan di rêveberiya kantonan de cihê xwe girtin. Ji ber van nakokî û nerazîbûnan ENKS'ê biryar girt ku endamên wan ên di nava rêveberiyên meclîsa kantonan de cih digirin dê wan ji endamtiyê bavêjin, ji endamtiyê derxistin. 

Ji ber derketina nakokiyan a di navbêra partiyan de, 6 partî hêdî hêdî xwe ji ENKS'ê kişandin. ENKS ku heta sala 2014'an ku 7 partî mabûn, li ser bangewaziya hevpar rêveberiya ENKS û TEV-DEM di 2014'an de li Duhokê civînek li darxist û li ser mijara rêveberiyek hevpar, hêzek hevpar û yekîtiya siyasî li hev kirin. Ji bo vê yekî jî biryara Konseya Îtîfaqa Siyasî bê avakirin hat girtin. Li gor vê yekî ji TEV-DEM'ê 12, ji ENKS'ê 12 bi tevahî 24 endaman pêk tê konseyek bê avakirin. Lê di hilbijartina ji bo avakirina Konseya İtifaqa Siyasî 3 partiyên di bin banê ENKS'ê de El Partî, El Wehde û El Wifaq ji bo TEV-DEM'ê dengê xwe bi kar anîn. Ji ber vê yekî jî ENKS'ê endamtiya van her 3 partiyan betal kir û her 3 partî ji ENKS'ê hatin derxistin. Bi vê rewşî re di ENKS'ê de tenê 4 partî man. Ev partî jî di nava demê de ji bo xwe xûrt bidin nîşandan hinek partî bi du navan derketin û bi vê yekê xwestin hejmara partiyan a di nava ENKS’ê de zêdetir bidin nîşandan.

Beriya şerê Kobanê ENKS

Bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê ku hêj ji aliyê Girê Spî û li alê Rojava jî hê negihiştibûn herêma Şêxler berpirsiyarên partiyên di nava ENKS'ê yên li Kobanê amadekariyên xwe yên ji bo ji Kobanê derkevin dikirin. Cîgirê Seroka Desteya Karê Derve yê Kobanê yê wê demê Îdris Nahsan derbarê vê mijarî de ev agahî dan,ʺDema me bihîst amadekariya revê dikin, ez Asya Abdulah, Îsmet Şêx Hesen û çend hevalan re ji bo pêşiya van êrîşan bigirin em dikarin çi bikin, em çûn ku bi wan re hevdîtinê bikin. Lê me bihîst ku Mustefa Cuma çûye Başûr û xwe amade dike ku biçe Ewropa, Muslim Kertalo, Elî Îbrahîm Mistê, Şahîn Ehmed, Ferhad Şahîn jî derbasî Bakurê Kurdistanê  bajarê Rihayê bûne. Ev kes hêj jî li wir in."

Piştî şerê Kobanê 

Endamên ENKS`ê   yên li Kobanê ku beriya şer û komkujiyê, bi awayek vekirî kar û xebatên xwe dimeşandin, piştî ev rewşa wan (ku endamên sereke ji Kobanê reviyan) derket holê, di nava gelê Kobanê de nerazîbûnek çêbû û ji hêla her kesî ve "ENKS di şerê Kobanê de ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi tenê hişt" hatin gumanbar kirin û bertek li hemberê wan girtin. Ji ber vê yekî piştî şerê Kobanê, hemû endam û berpirsiyarên partiyên di nava ENKS'ê de kar û xebatên xwe bi awayek bi dizî dimeşînin. Heta demek navenda xwe nikaribûn vekin û civînên xwe bi dizî, di malên derveyê bajêr de lidardixin.

Kar û xebatên wan ên esasî ya li Kobanê, piranî li hemberê rêveberiya kantona Kobanê, saziyan û kesan de antîpropaganda, reşkirin, ji bo Pêşmergeyên Rojava re endaman bibînin û bişînin, dikin. Ev endam û xebatkar piranî pereyên xwe ji hikumeta Başur û ji bajarê Dîlokê (Entabê) digirin.

(kc)

ANHA

SIBÊ: Daxuyanî û piştgiriya berpirsên Partiya Yekitî ya ji dagirkeriya Efrînê re!