Carde Rûsiya Vîto Rûsiya li dijî biryara Amarîka bikar anî

Rûsiya mafê Vîto li dijî biryara Amarîka ya Konseya Ewlekariyê ya derbarê êrîşa bi çekên kîmyawî ya li dijî Dûma  bikar anî.

Carde Rûsiya Vîto Rûsiya li dijî biryara Amarîka bikar anî
10 nîsan 2018   20:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rûsiya yê Konseya Ewlekariyê Vasîlî Nîbînziya got ku Rûsiya ji Amarîka dixwaze ku ji biryara xwe vegere û destnîşan kir ku Rûsiya li dijî biryara Amarîka ya derbarê parstina ewlekarî û aştiya navdewletî derket.

Nûnera Amarîka ya dayîmî di NY'yê de Niki Haili di civîna Konseya Ewlekariyê de pêşniyara ku Rûsiya derbarê pêkanîna lêpirsînê derbarê êrîşa Dûma de, derfetê dide Rûsiya ku lêpirsîneran hilbijêre û ev jî wê lêpirsînê bê alî neke.

Pêşniyara biryara Rûsiya dengên pêwîst di civînê de pêk nanîn. Piştgiriya Çîn jî di nava de 6 dengan pêşniyar erê kir, her wiha 7 welatên ku DYA, Birîtaniya û Firansa jî di nav de li dijî pêşniyarê derketin. 2 welatan jî denê nedan.

(dc)

ANHA