Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li taxa Nasra ya bajarê Hesekê navenda xwe bi navêʺNavenda Şehîd Hogirʺ bi  merasîmekê vekirin.

Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
3 nîsan, 2018   07:58

HESEKÊ – Xwendekarên Kurd, Ereb, Suriyan û şandeyek ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdarî mnerasîma vekirinê bûn.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, yek ji rêveberên TEV-DEM`ê Canda Remo axivî û vekirina navendê li hemû xwendekaran pîroz kir. Canda got ku pêwîste hemû xwendekar di belavkirina fikrên azadî û demokratîk de erka xwe pêk bînin.

Ji aliyê xwe ve Endama Rêveberiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk Newroz Remê axivî û ev tişt anî,ʺVekirina navendê wê bibe çavkaniya pêşxistina hişmendiya hemû xwendekaran."

Her wiha EndamaYekîtiya Ciwanên Suriyan a Pêşverû Teleb Ferec jî axivî û da zanîn ku hemû gelên Bakurê Sûriyê di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û ji aliyê hikûmeta AKP`ê ve têne hedefgiritn, ji ber vê yekê pêwîste hemû ciwan li gorî pêvajoyê tevbigerin."  

Dayîka şehîd Hogir vekirina navenda Xwendekarên Demokratîk li hemû xwendekaran pîroz kir. Paşê deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Hogir ve hate vekirin.

(bx)

ANHA