Bi fermana Erdogan Êzidiyên Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû ne

Çavkaniyên ji hundirê Kantona Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd ê Êzidî dest bi operasyona qirkirina olî û fîzîkî kirine û ola îslamê li ser wan ferz dikin.

Bi fermana Erdogan Êzidiyên Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû ne
1 nîsan, 2018   04:17

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk ên ku Kantona Efrînê dagir kirine, li gundên Êzidiyan digerin, pîrozgeh û sembolên wan ên olî dirûxînin. Her wiha wan li qadan kom dikin û li ser wan ferz dikin ku bêjin ʺJi kufrê re tobeʺ da bibin misilman.

Çeteyên dewleta Tirk bi van dixwazin ola îslamê li ser gelê Êzidî ferz bikin û bihêlin ku Êzidî bi darê zorê biçin mizgeftan da nimêjê bikin. Her wiha çete li ser jinan jî ferz dikin ku desmalê bidin serê xwe. Çeteyên dewleta Tirk tam kiryarên DAIŞʹê li Efrînê dubare dikin.  

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên dewleta Tirk gefa kuştin, talankirin û revandina jinan li welatiyên Êzidî yên ku li gorî fitweyên wan tev nagerin û ola îslamê qebûl nekin, dixwin. 

Gundên Kantona Efrînê yên ku gelê Êzidî lê dijîn ev in ʺ Basûfan, Feqîra, Elî Qîna, Qestel Cindo, Qîbarê, Xezawiye, Birc Ebdalo, Qitmê, Eyn Dara, Tirindê, Sînka, Kefer Zêtê, Îska, Şadîr, Kîmar, Çeqela, Aşka Şerqî, Bayî, Qicoma, Qîla, Cindirêsêʺ.

Ev kiryarên çeteyên dewleta Tirk, hovîtiya DAIŞʹê ya li dijî gelê Êzidî yê Şengalê tîne bîra mirov. DAIŞʹê sala 2014ʹan gelê Êzidî di komkujiyan re derbas kir, hemû pîrozgehên wan rûxandin, mêr kuştin, jin revandin û li bazaran firotin. Heta niha jî çarenûsa bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAIŞʹê ve hatin revandin ne diyar e. 

Niha jî çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi fermana Erdogan û hikûmeta AKPʹê qirkirineke nû li dijî gelê Êzidî didin meşandin.  

(mm)

ANHA