Ji bo destekdayîna Berxwedana Serdemê li Tebqayê mîtîng hate lidarxistin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, mîtîngek lidar xist.

Ji bo destekdayîna Berxwedana Serdemê li Tebqayê mîtîng hate lidarxistin
Ji bo destekdayîna Berxwedana Serdemê li Tebqayê mîtîng hate lidarxistin
Ji bo destekdayîna Berxwedana Serdemê li Tebqayê mîtîng hate lidarxistin
Ji bo destekdayîna Berxwedana Serdemê li Tebqayê mîtîng hate lidarxistin
Ji bo destekdayîna Berxwedana Serdemê li Tebqayê mîtîng hate lidarxistin
31 adar, 2018   12:46

TEBQA – Mîtîng bi tevlîbûna şêniyên bajarê Tebqa, bajaroka El-Cirniye û endamên saziyên civaka sivîl li stada sporê ya bajarê Tebqayê hate organîzekirin. Cihê mîtîngê bi alên Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê, Meclîsa Sûriye Demokatîk, Meclîsa Jin a Sûriyê û QSD`ê ve hatibû xemlandin. Her wiha pankêrtin ku zarokên Efrînê li ser hatibûn xêzkirin, li cihê mîtîngê hatin daliqandin.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, dayîka şehîd Gîvara, Emîne Abdrezaq bi navê malbatên şehîdên Tebqayê axivî û da zanîn ku ew heta dawiyê bi doza şehîdên Berxwedana Serdemê re girêdayî ne. Emîne berxwedana şervanan li dijî dagirkeran li Efrînê jî silav kir.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Tebqayê Hind Elî jî axivî û ev tişt anî ziman,ʺTiştên ku îro li Efrînê çêdibin li dijî  hemû mafên mirovan e. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku çavên xwe li bûyerên ku li Efrînê çêdibin vebikin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi Efrînê re ne.ʺ

Ji rêveberên Meclîsa Jinê ya Tebqayê û gundewarên wê, Nesra El-Salim axivî û destnîşan kir ku gelê Efrînê ji bo parastina ax û welatê xwe, destanên qehremanî nivîsandin.

Di dawiya mîtîngê de, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek derbarê bûyerên ku li Efrînê çêdibûn û bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêşkeş kir.

(kc)

ANHA