YPJ û YPG`ê li dagirkeran xist, 7 çeteyên Erdogan hatin kuştin

Şervanên YPG û YPJ`ê li ser rêya di navbera navçeya Şera û navenda Efrînê de çalakiyek lidar xist. Di encamê de 7 çeteyên Tirk hatin kuştin.

YPJ û YPG`ê li dagirkeran xist, 7 çeteyên Erdogan hatin kuştin
31 adar, 2018   12:25

EFRÎN – Navenda Raghandinê ya YPG`ê ya Efrînê derbarê çalakiyên şervanên YPG  û YPJ`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺ Di çarçoveya çalakiyên li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro kemînek li hemberî çeteyan li navçeya Şera ya Efrînê lidar xistin. Di encamê de 7 çeteyên ku dixwestin biçin navenda bajarê Efrînê  hatin kuştin.ʺ

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku îro vê sibê jî li gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera, bargeheke çeteyên koma bi navê "Sultan Mûrad, ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve hate teqandin. Bi kêmanî 30 çete di pargehê de bûn hatin kuştin.

(kc)

ANHA