26 kamiyonên alîkariyê gihîştin kantona Şehbayê

26 kamiyonên alîkariyê ku ji aliyê şêniyên herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurdistanê ve hatibûn komkirin gihîştin kantona Şehbayê ku gelê Efrînê xwe li wir bi cih kiriye.

26 kamiyonên alîkariyê gihîştin kantona Şehbayê
26 kamiyonên alîkariyê gihîştin kantona Şehbayê
26 kamiyonên alîkariyê gihîştin kantona Şehbayê
31 adar, 2018   11:45

ŞEHBA – Şêniyên herêma Cizîrê û rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê bi armanca destkeddayîna şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û  çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin 26 kamiyonên alîkariyê ber bi kantona Şehbayê ve şandin.

Di nava alîkariyan de madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî yên sereke hene.

Di vê çarçoveyê de berpirsê depoyên alîkariyê Hesen Mihemed got ku alîkariya hatiye wê li şêniyên Efrînê belav bikin.

(bx)

ANHA