El-Zeiterî: Hejmara koçberên Efrîn ji yên Xûta zêdetirin

Kordînasyonê Mirovî ya Netewên Yekbûyî li Sûriyeyê Alî El-Zeiterî anî ziman ku hejmara welatiyên Efrîne yên di encama dagirkeriya Tirkiyê de koçber bûne ji hejmara koçberên Xûta Rojhilat zêdetirin.

El-Zeiterî: Hejmara koçberên Efrîn ji yên Xûta zêdetirin
31 adar, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyonê Mirovî ya Netewên Yekbûyî li Sûriyeyê Alî El-Zeiterî di hevpeyvîneke taybet a di bernameya El-Şarei El-Dîplomasî ya televizyona El-Erebiyê axivî.

Alî El-Zeiterî anî ziman ku hejmara koçberên Efrîne 180 hezar e û xwest ku rêkirina alîkariyê ji koçberên Efrîne re hêsan bibe.

Her wiha Alî El-Zeiterî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker têkildarî gihîştina alîkariyê ya bajarê Efrîne tu daxuyanî nedane û got,ʺLi herêmê hedefa Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e û ev yek jî paşguhkirina zagonên navdewletî û mirovahî ye.ʺ

(np)