'Partiya Sûriya Pêşerojê wê li ser esasê danûstendinê xebatan pêş bixe'

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef diyar kir ku partiya wan wê rêbaza danûstendina bi hemû partiyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi riyên aştiyane, esas bigirin.

'Partiya Sûriya Pêşerojê wê li ser esasê danûstendinê xebatan pêş bixe'
31 adar, 2018   04:09

HOGIR NECAR- AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef derbarê rêbaza ku dê partiya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêk bîne û hevkariya wan bi aliyên din ên siyasîr re ji ajansa me re axivî.

Hevrîn Xelef di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku fikreya damezirandina partiya Sûriya Pêşerojê piştî ewqas sal ji aloziya ku gelê Sûriyê bi armanca aloziyê pêk hatiye û wiha got: "Dema tevgera gel li herêmê destpê kir û wê li tevahiya Sûriyê belav biba, hin aliyan tevgera gel berûvajî kirin û kirin tevgereke leşkerî. Her wiha xwestin nakokiyên tayîfî di navbera pêkhateyên Sûriyê de derbixin."

Hevrîn Xelef di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku fikreya damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê piştî ku hin dewletan aloziya Sûriyê ya ji bo bidestxistna mafê civakê veguherîn şerê mezhebî ya di navbera pêkhateyan de pêk hatiye û wiha dom kir: "Em dizanin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hev re li ser esasê biratî û jiyana hevbeş bi hev re jiyan dikirin. lê aloziya SÛriyê û şerê mezhebî ku di navbera di di encama destwerdana hêzên derve de pêk hat. Partiya me jî ji bo rakirina vê nakokiya mezhebî ku di encama destwerdana hêzên derve pêk hatiye. Ev jî bibe gava yekem a ber bi çareserkirina aştiyana ya aloziya Sûriyê. Di heman demê de em bingeha avakirina civaka Sûriya pêşerojê destnîşan bikin. Bi vê yekê em gihiştin biryara damezirandina partiyê."

Derbarê xebat û tekoşîna partiyê de jî Hevrîn Xelef da diyarkirin ku partiya wan ji bo pêkanîna hin armancan tekoşînê bikin û di serî de pêkanîna jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de û wiya dirêjî da axaftina xwe: "Wek we jî dît di salona damezirandina partiyê de ereb, kurd, suyan, turkmen û çerkes bi hev re rûniştîbûn.ên di vê salonê de runiştîne wan biryar girtiye. Hemû bi hev re wê Sûriya pêşerojê saz bikin. Ev bingeha sereke ya pêkanîna çareserkirina aştiyane û bingeha çareserkirina aloziya Sûiryê ye. Her wiha sazkirina têkiliyên herî baş ji bo pêkanîna aramî û aştiya li tevahî Sûriyê."

'Bê destwerdana derve, bingeha me danûstendina bi hemû aliyan re ye'

Hevrîn Xelef tekez kir ku partiya wan li ser esasê danûstendina bi hemû partiyên Sûriyê wê xebatên xwe pêk bîn in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê têkiliyên me ji bo çaresrkirina aloziya Sûriyê û avakirina sîstema Sûriya pêşerojê ku jiyana bi rumet ji hemû gelê Sûriyê re pêk bîne wê li ser esasê danûstendina bi hemû aliyan re pêk were."

Li ser destwerdana dewletên derve ya di aloziya Sûriyê de Hevîrn Xelef wiha got: "Bê guman Sûriyê û xaka wê tenê ya gelê Sûriyê ye. Ne ji mafê tu dewletanên cîran e ku ku xaka Sûriyê dagir bike û di xaka Sûriyê de destwerdanê bike.  Ji ber destwerdan bi çi rêbazan dagirkeriye."

Hevrîn Xelef di dawiya axaftina xwe de jî hêvî kir ku partiya wan gavên destpêkê ji bo pêkanîna jiyana hevbeş a ji bo pêkanîna jiyana bi rumet li layîqî hemû gelê Sûriyê pêk bîne û tekez kir ku wê partiya wan li gorî berpirsyariyan be.

(dc)

ANHA