Kampa Berxwedan tê berfirehkirin

Rêveberiya kantona Efrîne bi alîkariya Şaredariya Gel a Şehba kampa Berxwedan ji ber hejmara zêde ya gel mezin kirin.

Kampa Berxwedan tê berfirehkirin
Kampa Berxwedan tê berfirehkirin
Kampa Berxwedan tê berfirehkirin
Kampa Berxwedan tê berfirehkirin
30 adar, 2018   10:15

ARŞÎN NECAR-SOLÎN REŞÎD

ŞEHBA- Hejmara gelê Efrîne ku berê xwe didin kampa Berxwedan zêde dibe û Rêveberî Kampê pêdivî dît ku kampê mezintir bikin.

Rêveberiya kampa Berxwedan zêdetirî 250 kon vedan û dirêjbûn û ferehbûna kampê 12.5 hiktare. Hejmara gelê Efrîne yên ji ber dagirkeriya Tirkiyê neçarî koçberiyê bûn, zêde bûye. Rêveberiya kampê jî pêdivî dît ku kampê mezintir bike û mesaheta kampê kirin 20 hiktar.

Rêveberiya kampê Nûrşan Hisên anî ziman ku wan heyanî niha zêdetirî 250 kon vedane. Her wiha xebatên kanalîzasyona kampê didomin.

Her wiha têkildarî pêdiviyên gel jî Nûrşan Hisên got:˝ Heyanî niha tu rêxistinên navdewletî û aliyên têkildar bi wan re nebûne alîkar˝.

(np)

ANHA