Mijarên sereke yên di rojnameyên Erebî de derketin pêş..

Rojnameyên Erebî bal kişand ser berdewama danûstandina Rûs û çeteyên Ceyş El-Islam derbarê Dûma de û diyar kirin ku çeteyên Ceyş El-Islam qebûl nekirin biçin Idlibê. Her wiha bal kişandin li ser tewanên li dijî hikûmeta herêma Kursitanê ku êrîşê xwepêşandaran kirin.

Mijarên sereke yên di rojnameyên Erebî de derketin pêş..
30 adar, 2018   09:34

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro de giranî dane danûstandinên di navbera Rûsiya û çeteyê Ceyş El-Isalm derbarê Dûma de, daxuyaniyên rêveberiya Amerîka ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, tewanên li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê, şer doplomatîk ê Rûs û welatên Ewrupa.

Danûstandinên Rûs û çeteyên Ceyş El-Islam derbarê Dûma didome

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset behsa mijarê nivîsek bi sernavê "Danûstandin di navbera Mosko û »Ceyş El-Islam« de didome" weşand. Di nivîsê de tê gotin "Di gel derxisitna  çekdarên (Opozsiyên) û malbatên wan ji herêmên rojhilatê Şamê de, danûstandin di navbera Mosko û »Ceyş El-Islam« de ji bo  diyarkirina pêşeroja Dûma ya Xûtaya Şamê didome. Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîkhaîl Bogdanog diyar kir ku danûstandinên wan bi (Ceyş El-Islam) re didome."

Ceyş El-Islam derketina ji Dûma red dike

Rojnameya El-Heyat sernavê "Li Dûmayê aramiya beriya bahozê, û »Ceyş El-Islam« di mayînê de bi israr e" weşand. Di nivîsê de tê gotin ku Dûma rewşa aramiya beriya bahozê jiyan dike. »Ceyş El-Islam« di mayîna li bajar de bi israr e, Rûsya jî vê yekê qebûl nake."

Çarenûsa Idlil girêdayî itîfaqa di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye

Rojnameya El-Ereb di nivîsa xwe ya bi sernavê "Çarenûsa Idlil girêdayî itîfaqa di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye"  de de tê gotin ku, derxistina bi hezaran (çekdar ji Xûtaya Rojhilat) û malbatên wan ber bi parêzgeha Idlibê ve didome. Ev yek encamên lihevkirinên Rûs û Tirkiyê de pêk tên.

Di berdewama Nivîsê de tê gotin" Çavdêr tercîh dikin ku piştî bidawîbûna dosyaya Xûtaya, Idlibê bikeve dorê de. Lêkolînerê Peymangeha Ewlekarî ya Emerîkî ya Nik Haris dibêje ku Idlib wê bibe devereke ku Rûs û Tirkiyê li ser wê di nava pişbirkê de ne."

Derbarê daxuyaniyên vekişandina Amerîka ji Sûriyê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset behsa mijarê, nivîseke bi sernavê "Derbarê vekişandina ji Sûriyê ji aliyê rayedarên Amerikî ve nêrînê cûda derketin" weşand. Rojmaneyê got, "Washington girêdayî vekişandina hêzên wan ji Sûriyê sînyal da. Serokê Amerîkayê Dunald Trump got (Em rêxisitna DAIŞ têk dibin.. Di demeke nêz de em ji Sûriyê derkevin, bila aliyên dîtir guhê xwe bidin wê) û got ( Em ê derkevin û li welatê xwe vegerin), Wezareta Derve ya Amerîka piştî daxuyaniya Trump got, ku Washington nafikre ku niha hêza xwe ji Sûriyeyê vekişîne."

Tewanên li dijî desthilatdariya herêma Kurdistanê

Rojnameyên Erebî behsa mijara xwepêşandanên li herêmên Başûrê Kurdistanê li dijî sîstema paşxistina mûceyan kir, di vê derbarê Rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê "Xwepêşandanên Kurdistanê derbasî roja 5‘an dibe" weşand. Di nivîsê de wiha hate gotin, "Xwepêşanên li herêmên Kurdî derbasî roja 5‘an dibe. Rêxistinên navdewletî û herêmî desthilatdarî bi »Sucên binpêkirinan« li dijî xwepêşandar û rojnamevana tewam bar kir. Karmendên beşê giştî li Silêmanî, herêmên bajarokên Helebça, Germiyan, Xaneqîn daketin qadan. Li Hewlêr jî bijîjîk, karmendên nexweşxaneyên hikûmetê çalakî hatin lidarxistin û ragihandin ku ew guhertinên sîstema paşxitina mûçeyan qebûl nakin, her wiha banga îbtalkirinê kirin."

Madekariyên meşa mezin a vegerê

Girêdayî rewşa Filistînê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîsek bi sernavê Meşên vegerê îro dest pê dike..Qudis jî mizgeftan digirin" weşand. Di nivîsê de hate gotin "Komîteya birêxistinkirina meşa mezin a vegerê hemaû amadekariyên meşê bi dawî kirin. Çalakiyên salvegera 42 a Roja Xaka Filistînê di heman roja  (îna xezabê ya 17) ya li dijî biryara Serokê Amerîka Doland Turmp, pêk tê."

Rûsya 60 dîplomatên Amerîka derdixe

Rojnameya El-Heyat têkildarî aloziya di navbera Rûsya û Yekîtiya Ewrûpa de nivîseke bi sernavê "Rûsya di şerê doplomasî de bersiv dide û  Petersburg hişyariya şerê sarê dike" avêt. Di nivîsê de wiha tê gotoin, ˝ Rûsya biryar da ku 60 dîplomastêm Amerîka 5 nîsanê ji Rûsiya biçin û qunsulxaneya Dewletên Yekbûyî ya li bajarê St. Petersburg girt. Her wiha Rûsya raghandin ku ew ê dîplomatên dewletên ku dîplotên wê ji welatê xwe derxistine, derxînin.  Sekreterê Giştî Antonio Guterich duh şiyar kir ku di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsya de şerê sar rûbide.

Fransa zextê li ser Îranê dike

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El-Ereb sernavê "Fransa zextê li ser Îranê dike" weşand û got˝ Fransa di mijara Yemen de zextên xwe li ser Îranê zêde dike. Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Laudrian roja pêncşemê diyar kir ku Îran çek dide Hûsiyên li Yemenê˝.

Rojnamê nêrînên çavdêran têkildarî helwestê Fransa li beramberî Îranê wiha anî ziman:˝ Helwestê Fransa yê nû Tehran li beramberî helwestekî zehmet hiştiye, Îran ji bo li hemberî helwestê Fransa û Amerîka di mijara hevpeymana çekên  atomê, wê tawîzan bide."

(bb/np)