Li Bakurê Kurdistanê siyaseteke din a qirkirinê; guhartina navên mizgeftan

Desteya Karûbarên Olî ya girêdayî hikûmeta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê navê mizgeftên dîrokî diguhere.

Li Bakurê Kurdistanê siyaseteke din a qirkirinê; guhartina navên mizgeftan
29 adar, 2018   10:40

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker li hemberî Bakurê Kurdistanê di polîtîka xwe ya asîmlasyonê de berdewam dike. Êdî mizgeftên ku navê wan kurdiye dike tirkî.

Li navçeya Kilîsê ya bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê Desteya Karûbarên Olî ya girêdayî hikûmeta Tirkiyê navê mizgefta El-Kurd guheriye û kiriye mizgefta El-Etrak.

Mizgefta El-Kurd a navçeya Kilîs a girêdayî bajarê Dîlokê ji aliyê Hisên Axa El-Kurdî ve hatibû avakirin.

(np)