Kongreya Damezrîner bi encamnamyekê bi dawî bû

Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Kongreya Damezrîner bi encamnamyekê bi dawî bû
Kongreya Damezrîner bi encamnamyekê bi dawî bû
27 adar, 2018   19:03

REQA – Encamnameya Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku li bajarê Reqayê hat lidarxistin, ji aliyê Serokê partiyê Ibrahîm Qeftan ve hat xwendin. 

Di encamnayê de wiha hat gotin, ʺDi dîroka 27ʹê Adara 2018ʹan de li bajarê Reqayê di bin dirûşmeya ʺSûriyeke demokratîk, pireng û nenavendîʺ de Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi beşdariya 800 nûnerên tevahî herêmên Sûriyeyê û 100 nûnerên partî û rêxistinên siyasî, kesayetên welatparêz û civakî û sazî û meclîsên sivîl hat avakirin. 

Kongre bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre belgeya damezrîner a partiyê hat xwendin û li axaftinên beşdaran hat guhdarkirin. Piştre peyamên pîrozbahiyê, rêziknameya partiyê hatin xwendin û li ser belgeyên partiyê, nav û ala wê hat erêkirin. 

Beşdaran rewşa siyasî ya Sûriyeyê nirxandin û dane zanîn ku gelê Sûriyeyê ji bo avakirina welatekî demokratîk û pireng, her wiha ji bo parastina mafên welatiyan serî hildan. 

Ji ber ku partiyên niştîmanî ku hemû gelê Sûriyeyê bigire nav xwe tune ne, pêwîstî hat dîtin ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê were avakirin. 

Armancên partiyê ev in:

*Xurtkirina hevgirtina niştîmanî

*Avakirina Sûriyeya demokratîk û ne navendî de. Di destûra wê de nirxên azadî, pirengî, wekhevî û mafên mirovan parastî bin.

*Hemû cûreyên şovenîzmê red dike, her wiha daxwaza çareserkirina dozên neteweyî (di nav de doza Kurdî) bi riya zagonên navneteweyî dike.

*mafê welatiyan heye ku her yek bi nasnameya xwe ya neteweyî, li gorî ol û baweriya xwe bijî. 

*Hewl dide têkîliyên baş bi dewletên cîran re deyne û li hember van dewletan rêzdar be. Her wiha destekdayîna welatiyên ku herêmên nû ji DAIŞʹê hatine rizgarkirin. Her wiha parastina sînorê Sûriyê bi hemû dewletên cîran re. 

Di kongreyê de ev biryar hatin girtin:

*Avakirina partiyê ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê, parastina yekîtiya axa Sûriyeyê. Divê bi ajandayên herêmî û navneteweyî, yan bi tu partî û rêxistinên siyasî ve neyê girêdan.  

*Divê têkîliyên baş bi endamên opozisyona Sûrî re bên dayîn û pêkanîna xebateke hevbeş. Her wiha rawestandina şer û parastina ewlehiya herêmê.

*Divê pêdiviyên welatiyên ku ji ber rewşa şer ji warên xwe koç kirin, bên pêkanîn. 

*Yekîtiya axa Sûriyê were parastin û hemû projeyên parçekirinê bêne redkirin. 

Kongre bi avakirina Meclîsa Giştî ya partiyê ji 81 kesan bi dawî bû. 

Her wiha rêzdar Ibrahîm Qeftan wek serokê partiyê û rêzdar Hevrîn Xelef wek sekretera giştî ya partiyê hatin hilbijartin. 

(mm)

ANHA