Cenazeyê şehîd Xalid Tirbespiyê hat veşartin

Malbata şehîd Xalid Tirbespiyê di merasîma oxirkirina wî de soza domandina têkoşînê dan û diyar kirin ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in. 

Cenazeyê şehîd Xalid Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Tirbespiyê hat veşartin
27 adar, 2018   18:10

QAMIŞLO – Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPGʹê Dara Berzan (Xalid Tirbespiyê) li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin. Şehîd Xalid dema ku erka xwe ya leşkerî pêk danî, di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG/YPJʹê Amed Serhed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got, ʺYekîneyên YPG/YPJʹê ji gelê Bakurê Sûriyê hatin avakirin. Van yekîneyan ji bo paratina gelê xwe û welatê xwe bedelên mezin dane. Em soza şopandina riya şehîdan û domandina têkoşînê didin.ʺ 

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Mihemed Zekî Ibrahîm axivî, sersaxî ji malbata re xwest û wiha got, ʺDi Meclîsa Malbatên Şehîdan de xwîna tevahî gelên Bakurê Sûriyê tevlîhev bû.ʺ 

Bi navê malbata şehîd jî apê şehîd, Roşan Mihemed axivî û da zanîn ku ew ê li ser esasê felsefeya Rêbertiyê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Roşan wiha bilêv kir, ʺEm serbilind in ku em tevlî Meclîsa Malbatên Şehîdan bûn. Ev saziya şeref û rûmetê ye.ʺ  

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin. 

(mm)

ANHA