Girîngiya lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Sûrî hate vegotin

Di axaftinên ku di Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hatin kirin de, girîngiya pêkanîna diyalogan di navbera aliyê bi nakok ên Sûriyê de û lidarxistina kongreyeke ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de bigirin, her wiha çêkirina distûrek nû ku mafên gelên Sûriyê li gorî peymanên navdewletî misoger bike, hatin destnîşankirin.

Girîngiya lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Sûrî hate vegotin
Girîngiya lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Sûrî hate vegotin
Girîngiya lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Sûrî hate vegotin
27 adar, 2018   12:52

REQA - Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê vê sibehê bi dirûşmeyaʺSûriyeke demokratîk pir rengî ne navendîʺ li Reqayê destpê kir.

Piştî axaftina Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Serokê Desteya Niştimanî ya Erebî Hikmet Hebîb, Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Mustefa El-Meşayix, Desteya Niştîmanî ya Demokratîk  (Heyet El-Tensîq El-Weteniya) Îbrahîm El-Welî, bi navê partiyên TEV-DEM‘ê Telal Mihemd, Partiya Nûjen û Demokratîk Selah Cûma, bi navê Kombûna Partiyên Çepgerên Demokratîk Mihemed Şêx û Partiya Yekîtiya Sûryan Gabriyêl Şamûn jî axivîn.

Kesên axivîne di serî de hêviya serkeftina kongre kirin û gotin "Em hêvî dikin ku kongre ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê xêr be û bi biryarên baş bi encam be ku yekîtiya niştimanî bi hêztir bike. "

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku gelên Sûriyê di nava nîv serdemê de, rastî zulm û zordariyê ji aliyê rêjîmê ve hatin, lewra buhara gelan hate destpêkirin û her wiha hate gotin "Şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyê ji ber destwerdana aliyên derve yên xêrê ji gelê Sûriyê re naxwazin ji xeta xwe derket û welat ber bi aloziyekê ve bir."

Di axaftinan de hate gotin ku dagirkirina Efrînê bi erêkirina Rûsya û li gel bêdengiya navdewletî pêk hat, hate diyarkirin Tirkiyê bi bahaneya ku Efrînê ewlekariya wê dixe xeteriyê êrîşî Efrînê kir, lê ji aliyê Efrînê ve, yek gule li aliyê Tirkiyê ve nehatiye avêtin.

Kesên axivîne, girîngiya danûstandinan di navbera aliyên bi nakok li Sûriyê, lidarxistina kongreyeke ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav de cih bigirin û hêviyên gelê Sûriyê bi cih bîne, her wiha çêkirina destûrek nû û li gorî peyamên navdewletî, destnîşan kirin.

Di axaftinan de, her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku zextê li Tikiriyê bike, bila ji Efrînê derkeve û ewlekariyê ji şêniyên wê ku dema vegerin warên xwe, bêne parastin, peyda bike.

(bb)

ANHA