‘Avakirina partiyekî siyasî ya Sûrî li Reqayê berpirsyartiyên wan girantir û mezintir dike’

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebd Hamid El-Mehbaş diyar kir ku lidarxistina kongreya damezrîner a yekemîn partiyekî siyasî ya Sûrî li Reqayê berpirsyartiyên wan girantir û mezintir dike.

‘Avakirina partiyekî siyasî ya Sûrî li Reqayê berpirsyartiyên wan girantir û mezintir dike’
27 adar, 2018   12:14

HOGIR NECAR-AZAD SEFO

REQA – Îro Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dirûşmeyaʺSûriyeke demokratîk pir rengî ne navendîʺ li bajarê Reqayê bi amadebûna gelek endamên partiyê û mêvanan destpê kir.

Di berdewamiya kongreyê de, Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebd Hamid El-Mehbaş derbarê giringiya lidarxistina kongreya damezrîner a parityeke Sûrî li Reqayê piştî ku QSD`ê rizgar kir, ji ajansa me re axivî.

El-Mehbaş kêfxweşiya xwe bi lidarxistina Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Reqayê anî ziman û wiha dewam kir,ʺTerorên DAIŞ`ê hewl dan bajarê Reqayê bikin paytexeta xwe ya dayîm. Lê gel û şervanên wê ev tiştek qebûl nekirin û Reqayê ji terora paqij kirin. Tevî rûxandin û wêraniyê, wê Reqa her serbilind be.ʺ

El-Mehbaş bal kişand ser giringiya lidarxistina kongreya damezrîner a partiyekî siyasî ya Sûrî li Reqayê û ev tişt anî ziman,ʺLidarxistina kongreya damezrîner a yekemîn partiyekî siyasî ya Sûrî li Reqayê, berpirsyartiyên me girantir û mezintir dike. Herwiha moralên me bilind dike da ku ev partî bibe hêviya gelên Sûriyê û daxwazên wan bi cih bîne. Di heman demê de,  bibe hevkarê peydakirina çareseriyên siyasî ji bo aloziya Sûriyê.ʺ

El-Mehbaş tekez kir ku piştî QSD`ê herêmên Bakurê Sûriyê ji teroran rizgar kir, gelê wê dikaribû bi awayekî baş xwe bi rêvebibira, her wiha bi rêya komînan jiyana xwe bi rêxistin kirin û partiyên siyasî yên çalak ava kirin.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebd Hamid El-Mehbaş Hevserokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Reqayê bi bîr anî û got,ʺŞehîd Umer Elûş roleke xwe ya giring di amadekirina avakirina vê partiyê de hebû.ʺ

Ebd Hamid El-Mehbaş di dawiya axaftina xwe de got ku kongreya damezrandina partiyekî siyasî li Sûriyê di demeke hesas de tê lidarxistin û ev partî wê hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne bê ku ferq û cûdahî bixe navbera gel û olan.

(kc)

ANHA