Beşa herî mezin a çete û sivîl ji Xûta hate derxistin

Beşa sêyemîn a herî mezin a çeteyan û malbatên wan, tevlî sivîlan ji Xûtaya Rojhilat ber bi bakurê Sûriyê ve derket.  

Beşa herî mezin a çete û sivîl ji Xûta hate derxistin
27 adar, 2018   11:18

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku beşa sêyemîn a çeteyan û malbatên tevlî sivîlan ji Xûtaya Rojhilat ber bi bakurê Sûriyê ve hatin rêkirin. Beşê sêyemîn ê herî mezin ku di çarçoveya peymana li ser Zemlka, Erbîn û Cober de pêk hatiye, hatiye derxistin.

Kerwanê çete, malbatên wan û sivîlan ku ji 100 otobus pêk dihat, 7 hezar kes lê siwar bûn  û ber bi bakurê Sûriyê hatin derxistin. Li beramberî wê hêzên rêjîma Sûriyê zêdeyî 26 dîlgiriyên çeteyên Feyleq El-Rihman ku revandibûn berdan.

Amadekarî ji bo derxistina beşeke nû ji herêmê tê kirin.

Rûsya bi çeteyên Hereket Ehrar El-Şam li bajarê Heresta û çeteyên Feyleq El-Şam li başûrê Xûtaya Rojhilat du peyman çêkir, li gorî peymanan, bi hezaran çete û sivîl ber bi herêma Idlibê hatin derxistin. Heta niha rejîmê zêdeyî ji sedî 90 ji Xûtaya Rojhilat xistiye bin serweriya xwe .

Herêma Xûtaya Rojhilat ji 18‘ê Sibatê ve rastî êrîşan tê. Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, di encamê de êrîşên hawayî û toparanê de zêdeyî hezar û 630 sivîl hatin kuştin.

(bb)