Erebistana Siûdî giliyê Îranê li NY kir

Erebistana Siûdî derbarê êrîşa bi ʺFûzeya Balîstîkʺ a ji aliyê koma "Ensar Allah" ve ku roja yekşemê paytexa Riyadê hedef girtibû, peyamek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand, di peyamê de daxwaza hesabxwestina ji Îranê hate kirin.

Erebistana Siûdî giliyê Îranê li NY kir
27 adar, 2018   11:28

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya El-Qebes a Erebistana Siûdî diyar kir ku nûnerê Siûdî yê dayîm li Neteweyên Yekbûyî Ebdullah El-Mûelimî peyamek radestî Serokê Konseya Ewlekariyê kiriye.  Di peyamên de hate gotin ku Konseya Ewekariyê ji parastina ewlekariyê re berpirsyar , lewra daxwaz ji Konseya Ewlekariyê re hate kirin ku hesab ji Îran bixwaze ku fuzên Balîstk ji milîsên Hûsiyên re dişîne.

Erebistana Siûdî duh, ragihandibû ku Îran fûzeyên  Balîstk ji Yemenê avêt Riyadê. Erebistana Siûdî  ragihand ku ew ê bersivê vê yekêl bide.

(bb)