5ʹemîn konferansa Malbatên Şehîdan bi dawî bû

5ʹemîn konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi girtina biryarên girîng û hilbijartina meclîseke nû, bi dawî bû.

5ʹemîn konferansa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
5ʹemîn konferansa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
5ʹemîn konferansa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
5ʹemîn konferansa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
26 adar, 2018   16:43

KOBANÊ – Îro di saetên sibehê 5ʹemîn konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê dest pê kir. Di konferansê de rêzikname hat xwendin û erêkirin. Piştre plansaziya salane hat nîqaşkirin û gelek biryar hatin girtin. 

Ji biryarên girîng ên ku hatin girtin, divê Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo daxwaza azadiya Ocalan roleke pêşeng bilîze. 

Di aliyê rêxistinî de jî biryar hat girtin ku komîteyên meclîsê bêne avakirin û aktîfkirin. Her wiha her 3 mehan civîn ji malbatên şehîdan re were lidarxistin. Her wiha biryar hat girtin ku wêne û dîmenên şehîdan bêne arşîfkirin.

Di dawiya konferansê meclîsa nû ya malbatên şehîdan a Kantona Kobanê ji 39 kesan hat avakirin û soza parastina destkeftiyên şehîdan hat dayîn. 

(mm)

ANHA