Gelê Qamişlo xwedî li Berxwedana Serdemê derket

Gelê bajarê Qamişlo di Roja Efrînê a Cîhanê de daketin qadan û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê şermezar kirin. 

Gelê Qamişlo xwedî li Berxwedana Serdemê derket
Gelê Qamişlo xwedî li Berxwedana Serdemê derket
Gelê Qamişlo xwedî li Berxwedana Serdemê derket
Gelê Qamişlo xwedî li Berxwedana Serdemê derket
24 adar, 2018   20:55

QAMIŞLO – Girseya gel li çerxerêya Sewami ya taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo kom bûn û pankartên  ʺEm êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şermezar dikinʺ, ʺBijî berxwedana Efrînêʺ û alên YPG/YPJʹê, wêneyên şehîdên Efrînê û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.  

Meş ber bi çerxerêya şehîdên navneteweyî ve herikî. Li çerxerêyê meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre Endama Kongreya Star Şeha Xelîl axivî  û da  zanîn ku ew îro derketine qadan da ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku ew axa welatê xwe terk nakin û wiha got, ʺEm asta têkoşîna xwe bilind bikin û welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.ʺ

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû. 

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê jî meşek li dar xistin û xwedî li berxwedana Efrînê derketin. 

Meş ji aliyê TEV-DEMʹê ve hat organîzekirin û ji Qada Şehîd Cîhad ber bi Qada Jina Azad ve herikî. Meşvanan dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ berz kirin û dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

 Li Qada Jina Azad, deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û bang li tevahî gelên Bakurê Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin û xwedî li berxwedana Efrînê derkevin. 

Sarûxan anî ziman ku ev roja (Roja Efrîn a Cîhanê) roja serketina Efrînê li hember dagirkeriyê ye û wiha domand, ʺBila tevahî gelên cîhanê bizanibin ku serketin a hêzên me ye.ʺ 

Bi navê Kongreya Star a navçeyê Şehnaz Esed jî axivî, destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê di roja 64ʹan de didome û wiha got, ʺEm di pêvajoya nû ya Berxwedana Serdemê de jî dagirkeriya Tirk re dibêjin ku em destûr nadin ku hun desthilatdariya xwe li ser gelê me ferz bikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin heta Efrîn ji dagirkeran rizgar dibe.ʺ 

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ û ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA