Di çalakiya grevê de bal hat kişandin ser trajediya gelê Efrînê

Di çalakiya grevê de bal hat kişandin ser trajediya gelê Efrînê
22 adar, 2018   14:55

TEBQA – Li Tebqayê çalakiya greva biçîbûnê ya ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hember komkujiyên li dijî gelê Efrînê didome. 

Li bin konê çalakiyê Yekîtiya Jina Ciwan belgefilmek li ser komkujiyên li dijî gelê Efrînê weşand. 

Di belgefilmê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên bejahî û hewayî yên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê de, zêdeyî 260 sivîl (piraniya wan zarok û jin) şehîd bûn, zêdeyî 700 sivîlî jî birîndar bûn. 

Her wiha bal hat kişandin ser trajediya bi hezaran welatiyên Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê neçar man ku warên xwe terk bikin û li çolê bi cih bibin. 

 çalakiya greva birçîbûnê bi beşdariya welatiyên herêma Cerniye di roja 3yemîn de didome.

Piştî ku li çalakî bajarê Tebqayê bi dawî bibe, dê li bajarokên Mensûra û Cerniye dest pê bike. 

(mm)

ANHA