ʹBerxwedana Efrînê dê bi ruhê Kawayê Hesinkar bi ser bikeveʹ

ʹBerxwedana Efrînê dê bi ruhê Kawayê Hesinkar bi ser bikeveʹ
21 adar, 2018   16:53

ARAS YÛSIF

HELEB – Hediye Yûsif Newroza 2018ʹan li gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û da zanîn ku dê Berxwedana Serdemê bi ruhê Kawayê Hesinkar bi ser bikeve.

Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, beşdarî çalakiya Newroza Helebê bû. 

Hediye bi navê gelê Efrînê Newroz li gelê taxa Şêxmeqsûd, gelê Bakurê Sûriyê û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û wiha got, ʺEm bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin. Em gelê xwe yê têkoşer li her çar parçeyên Kurdistanê û Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, YPG/YPJʹê yên li hember dagirkeriyê şer dikin, silav dikin.ʺ

Hediye anî ziman ku hikûmetên li dijî mirovahiyê û gelê Kurd, li dijî azadî û aştiyê ne. Hediye wiha domand, ʺDijminên azadiyê her dem zulmê û siyasetên qirkirinê li ser gelên azadîxwaz (taybet gelê Kurd) didin meşandin. Kurd gelekî têkoşer e û ji bo azadiya gelên bindest têkoşîna xwe li ser esasê felsfeya Rêbertiyê dide meşandin. Bi vê yekê mînaka jiyana hevbeş û biratiyan gelan li Bakurê Sûriyê ava kir.ʺ

Hediye da zanîn ku aliyên neteweya demokratîk qebûl nakin gelek in û wiha dirêjî da axaftina xwe, ʺDijminê me ne tenê dewleta Tirk e, gelek alîgirên wê hene. Tirkiye û alîgirên xwe komploya navneteweyî li dijî Rêbertiyê pêk anîn û bi vê yekê xwestin têkoşîna gelê Kurd têk bibin. Lê armanca wan pêk nehat. Ji ber vê yekê ev dewlet siyasetên dijminane li dijî gelê Kurd dide meşandin.ʺ

Hediye diyar kir ku hemû gelên azadîxwaz bi hevre li hember zulmê û koletiyê serî hildan, têkoşerên wekî Bêrîtan û Mezlûm bedena xwe bi agir pêçan û riya gelên bindest ronî kirin.ʺ

Hediye di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê Berxwedana Serdemê li ser şopa Kawayê Hesinkar dom bike, bi ser bikeve û gelên Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bike. 

(mm)

ANHA