Li bejahiya Tebqayê jî ji bo Efrînê alîkarî tê komkirin

Meclîsa bajaroka El-Ciriya ya dikeve bakûr – rojavayê Tebqayê bi dirûşmeya "Ji bo piştgirtiya berxwedanê destek bidin gelê Efrînê" dest bi hemeleya komkirina alîkariyê ji bo şêniyên Efrînê kir.

Li bejahiya Tebqayê jî ji bo Efrînê alîkarî tê komkirin
Li bejahiya Tebqayê jî ji bo Efrînê alîkarî tê komkirin
Li bejahiya Tebqayê jî ji bo Efrînê alîkarî tê komkirin
21 adar, 2018   10:18

TEBQA – Bi hezarên malbatên Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dev ji malên xwe berdan, kir.

Hemleya komkirina alîkariyan li navenda bajaroka El-Cerniya destpê kir. Endamên Meclîsa El-Cirniya, endamên Şaredariya Gel a El-Cirniya, Komîteya Perwerdeyê tevlî hemleya komkirina alîkariyan bûn.

Pankartên bi nivîsênʺJi bo piştgirtiya berxwedanê destek bidin gelê Efrînê" û her wiha wêneyên zarokên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne li cihên komkirina alîkariyê hatin daliqandin.

Her kes li gorî derfetên xwe alîkariyê dide.

Hemleya komkirina alîkariyan wê nêzî hefteyekê li bajaroka El-Cirniya û gundên El-Mehmûdlî û Saykol berdewam bike.

(bx)

ANHA