Li Xûta û bejahiya Dêrazorê bombebaran û şer didome

Di demeke ku pêkanîna hevpeymana Heresta ya ji bo anîna ceteyan li Bakurê Sûriyê nêz dibe û agirbest werê destpêkirin, êrîşên hewayî li ser Xûtaya Rojhilat a Şamê dewam dike.

Li Xûta û bejahiya Dêrazorê bombebaran û şer didome
21 adar, 2018   10:10

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên Rejîma Sûriyê û Rûsya îro vê sibê bajaroka Eyn Terma û Zemalka   bombebaran kirin. Her wiha Hêzên Rêjîmê bajaroka Zemalka û Heza topbaran kirin.

Li bajarê Heresta yê Xûtaya Rojhilat beriy pêkanîna agirbesta bi çeteyên Ehrar El-Şam re, di encama bombebarana balafirên şer de, 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê li gorî hevpeymana bi çeteyên Ehran El-Şam re, wê çete û sivîl ji Heresta derkevin û werin Bakurê Sûriyê, lê sivîl naxwazin ku werin Bakurê Sûriyê.

Ji aliyekî din ve jî, li çolistana başûr-rojhilatê Dêrazorê ev 5 roj in şer di navbera Hêzên Rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.

(kc)