Rêxistinên mafê zarokan li kur in?

Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
Rêxistinên mafê zarokan li kur in?
21 adar, 2018   04:16

ROZANA DADO- FÎDAN EBDELA

ŞEHBA- Êşa welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşa deweleta Tirk a digirker û çeteyên wê malên xwe terik kirin û koçber bûn zêde dibe. Êşa welatiyên Efrînê ne tenê bandor li kesên bi temen kiriye, lê belê zarok jî gelek bi van êrîşa bi bandor bûne û ziyaneke mezin gihiştiye wan. Pirsa li vir jî xwe dide der gelo kanîn rêxistinên mafê parstina zarokan li kur in?

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji 20'ê çile û vir ve bi hemû cûreyên çekên giran êrîşî kantona Efrînê dikin. Li dijî sivîlên Efrînê bi zarok û kesên bi temen komkujî pêk anîn û binesaziya herêmê ruxandin.

Yên herî zêde ziyan ji êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wan dîtin zarokên Efrînê bûn. Di nava zarokan de tirseke mezin ji ber dengê topan û wêraniya li derdora wan pêk hat. Di heman demê de ji dibistanên xwe dûr ketin û bajarên xwe terik kirin. Di rewşeke zehmet a koçberiya li ser xaka xwe de jiyan dikin.

Zarokên Efrînê ku niha li Şebayê dimîn in, meydanên şehbayê ku ji ber şer hatine ruxandin, kirine meydanên lîstokan, cihê wêran bûne jî dikin seyrangeh û dûrî şer li vir jiyan dikin.

Zaroka bi nav Sîdara ya ji navçeya Şera Hemza tevî malbata xwe ji mala xwe derket û berê xwe da herêma Şehbayê. Derbarê mijarê de dibêje ku ew neçar bûn malên xwe terik bikin û koçber bûn. Hemza di berdewama axaftina xwe de jî wiha got. "Em ji dibistanê dûr ketin, em neha jiyaneke şerpeze jiyan dikin. Me gunehê me zarokan çiye, me çi sûc kiriye ku Erdogan em jî kirine terorist û êrîşî me kiriye."

Sîdra hêvî kir ku di zûtirîn dem de herêma Efrînê aram bibe û careke din vegere dibistana xwe û jiyana xwe ya asayî pêk bîne.

Zaroka bi navê Silava Heyder jî derbarê mijarê de wiha got: "Jiyana me tijî kêf û aramî bû. Min bi hevalên  xwe re li kolanên xwe heta setên dereng ê şevê dilîst. Lê ji ber topbaran û bombebarana Artêşa Tirk em ji hemûyî mehrûm man. Em dixwazin êrîşa li ser Efrînê raweste û em careke din vegerin warê xwe û dibistana xwe."

Zaroka bi navê Rula Heyder jî hovîtiya êrîşa li ser Efrînê bi van gotinan anî ziman: "Bi hemû çekên giran û balafiran bombe bi ser me de barandin. Mal û dibistanên me wêran kirin û ruxandin. Min bi çavên xwe dît, nexweşxaneyên Efrînê tijî xwîn bibû. Xwîna zarokan tevlî hev bibû, dengê girî, ez ê wan kêliyan tu carî jibîr nekim."

Zarokê bi navê Ibrehîm Hemza ku di nava heriyê de bi lavên xirabûna dilîst jî wiha got: "Piştî dibistana me ruxandin, em ji malê derketin. Em piraniya dema xwe li vir di nava bermehiyên ruxyayî de derbas dikin. Em dixwazin bombebaran û topbaran raweste da ku em vegerin malên xwe û jiyana xwe û dibistanên xwe."

(dc)

ANHA