ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21′ê Adara 2018
21 adar, 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li seranserî Rojav – Bakurê Sûriyê û cîhanê Newroz bi rihê Berxwedana Serdemê tê pîrozkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Êşa welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşa deweleta Tirk a digirker û çeteyên wê malên xwe terik kirin û koçber bûn zêde dibe. Êşa welatiyên Efrînê ne tenê bandor li kesên bi temen kiriye, lê belê zarok jî gelek bi van êrîşa bi bandor bûne û ziyaneke mezin gihiştiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîna Şehîd Tekoşer a gundên Beradê ya navçeya Şêrawa alîkariya koçberên ji herêmên Efrînê hatine dikin. Rêxistinên navdewletî derbarê alîkariya koçberan erka xwe pêk nayîn in, her wiha topbaran û bombebarana Artêşa Tirk li herêmê jî didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevserokê Buroya Têkiliyan a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) Xerîb Hiso ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê xwest ku bi yek destî li dijî pîlanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, koçberkirina welatiyan û pêkanîna komkujiyan, derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Aldar Xelîl bi daxuyaniyekê da zanîn ku Dewleta Tirk a dagirker îda dike ku ew ê meclîseke sivîl ji gelê herêmê ava bike, lê belê rastî berovajî vê yekê ye. Tirkî bi riya van xayînan dê demoxrafiya herêmê biguherîne. Divê gelê me li hemberî vê meclîsa xayîn helwesta xwe nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA