Di şeva Newrozê de gorên şehîdên azadiyê hatin xemilandin

Di şeva Newrozê de gorên şehîdên azadiyê hatin xemilandin
20 adar, 2018   20:15

KOBANÎ – Gelê Kantonên Kobanê, Girê Spî û Qamişlo di şeva Newrozê de, mûm li ser gorên şehîdên azadiyê pêxistin û piştgiriya Berxwedana Serdemê kirin.

Bi boneya Cejna Newrozê, Îşev bi sedan welatiyên Bajarê Kobanê berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle û mûm li gorên şehîdan pêxistin.

Destpêkê girseya gel deqeyekê rêz girt. Piştre Fermandara YPJ/YPGꞌê ya Herêma Firatê Kurdistan Serêkaniyê axivî. Kurdistan di axaftin xwe de Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên Bakurê Sûriyê pîroz kir. Kurdistan di axaftina xwe de destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê dê bi rihê Newrozê berdewam bike. Her wiha Kurdistan diyar kir ku tenê gavek bi şûnde nayê wateya binkeftinê, lê belê ev gav destpêka qonaxeke nû ya Berxwedana Serdemê ye û serkeftin wê para Berxwedana Serdemê be.

Piştî axaftinan, gel mûm li ser gorên şehîdan pêxistin. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan jî mûm di qada goristanê de bi awayê "EFRÎN" pêxistin.

GIRÊ SPÎ

Gelê Girê Spî jî gorên şehîdên Goristana Mehmûd Timê ya Gundê Tenhûzayê, bi mûman xemilandin.

Li ser banga Saziya Malbatên Şehîdan, îşev gel berê xwe da goristana Şehîd Mehmûd Tumê. Beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û hezkirina xwe ji şehîdan re anîn ziman.

Gel li goristanê deqeyek rêz girt. Piştre rêvebera Desteya Jinê Fadya Xeşman derbarê hatina Cejna Newrozê de axivî û wiha got, "Em îroj pêşwaziya saleke nû û Newrozeke nû dikin. Em ji vî cihê pîroz vê rojê li hemû malbatên şehîdan û gelên azad pîroz dikin."

Fadiya di berdewamiya axaftina xwe de derbarê Berxwedana Serdemê de wiha got, "Tevî ku em bi dilekî biêş û tijî keser ji bo dilê Kurdistanê ꞌEfrînꞌ, derbasî sala nû dibin, em di wê baweriyê de ne ku wê rojek bê û em ê bi agirê Newrozê Edoganê faşîst bişewitînin. Her wiha em ê Erdogan û çeteyên wî ji xaka Efrînê biqewitînin."

Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Emar El-Ebdella ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê wiha anî ziman, "Em Cejna Newrozê li qehremanên me yên ku li Efrînê xwîna xwe didin, pîroz dikin. Şervanên me ji bo rigarkirina Efrînê li hemberî artêşa dagirkeran a ku ji hemû cîhanê hatiye xaka me dagir bike, li ber xwe didin. Em ê heya roja rizgarkirina Efrînê û vegera gelê wê piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin.ʺ

Piştî axaftinê gel di bin dirûşmeyên "Şehîd namirin" de, mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

QAMIŞLO

Gelê Qamişlo di şeva Newrozê de, berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Taxa Enteriyê ya girêdayî Bajarê Qamişlo û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(dr)

ANHA