Gel bi greva birçîbûnê bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Gel bi greva birçîbûnê bêdengiya navneteweyî şermezar kir
20 adar, 2018   17:00

TEBQA – Şêniyên bajarê Tebqayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin. 

Konên çalakiyê li nêzî navenda Meclîsa Ciwanên Tebqayê ya dikeve navenda bajar, hatin vedan.  Li bin kon şêniyên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen ên bajarê Tebqayê amade bûn.

Welatiyan di çalakiyê de bêdengiya navneteweyî li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Efrînê, şermezar kirin.

Tê payîn ku dê çalakiya greva birçîbûnê hefteyekê dom bike. 

(mm)

ANHA