Kurdistaniyan ji bo piştgiriya Efrînê qadên Ewrûpayê dagirtin

Kurdistaniyên gelek bajarên Ewrûpayê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê daketin qadan. 

Kurdistaniyan ji bo piştgiriya Efrînê qadên Ewrûpayê dagirtin
18 adar 2018   18:06

NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdistaniyên gelek bajarên Ewrûpayê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê daketin qadan. 

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê jî bi heman armancê Kurdistanî li gara trenê li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk û hevkarên wê hate protestokirin.

DUİSBURG

Elewiyên ku li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê dijîn di cemê de hatin ba hev  a ku diyarî berxwedana Efrînê hate kirin. Pîr Alî Balî yê ku cem bi rê ve dibir di cemê de axivî û got, “Ev cem ji bo berxwedana Efrînê tê kirin û divê Elewî li cihekî din li xwe negerin û divê vegerin ser cewherê xwe.”

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê di bin pêşengtiya Platforma Piştevaniya Efrînê li gara trenê Midî yê çalakiya bêîteatilya sivîl hate lidarxistin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinên Kurd ve meşek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li pêş Biryardeya Şehîdan a Toulouse ya li Cadeya François Verdier li hev civiyan û bêdengiya NY û Yekîtiya Ewropa şermezarkirin. Zêdetirî 700 kes beşdarî meşê bûn û meş heya qada Jeanne d’Arc dom kir.