Gelê Dirbêsiyê: Efrîn wê bibe goristana faşîzma Erdogan û çeteyên wî

Gelê Navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê bi xwepêşandanekê, êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û komkujiyên li dijî sivîlan şermezar kirin û Berxwedana Serdemê silav kir.

Gelê Dirbêsiyê: Efrîn wê bibe goristana faşîzma Erdogan û çeteyên wî
18 adar 2018   18:01

HESEKE – Gelê Navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê bi xwepêşandanekê, êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û komkujiyên li dijî sivîlan şermezar kirin û Berxwedana Serdemê silav kir.

Bi dirûşmeya, "Efrîn wê bibe goristana faşîzma Erdogan û çeteyên wî" bi dehan gelê Navçeya Dirbêsiyê, li dijî êrîşên Dewleeta Tirk a dagirker, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji Qada Şehîdan dest pê kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên, "Bijî berxwedana Efrînê" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" berz kirin, her wiha gel alên YPG/YPJꞌê û wêneyên şehîdan bilind kirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihîştin Qada Cindirêsê, deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebdullah Şêxka axaftinek kir. Ebdullah di axaftina xwe de, bal kişand ser piştgiriya gel ji Berxwedana Serdemê re û wiha domand, "Şervanên YPG/YPJꞌê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk, efsaneyên berxwedaniyê nivîsandine." 

Her wiha Rêvebera Kongreya Star Bediya Erebo derbarê berxwedana jinên Efrînê de, axivî û ev tişt anî ziman, "Bi saya berxwedêrên mîna Avesta Xabûr, Efrîn dê li hemberî dagirkeriya Tirk bi ser bikeve."

Di xwepêşandanê de, bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) jî Mezlûm Dawûd axivî. Mezlûm bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava refên Berxwedana Serdemê bibin û wiha got, "Ji bo Efrînê serî hildin."

Xwepêşandan bi dirûşmeyên, "Bijî Berxwedana Serdemê" û helbestanên helbestvan Felemez Hiso, bi dawî bû.

(dr)

ANHA