Li Tebqayê alîkarî ji bo şêniyên Efrînê wê werê komkirin
![Li Tebqayê alîkarî ji bo şêniyên Efrînê wê werê komkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/201803/144236_tibqa-revebreiya-sivila-demokartik-ya-herema-a-tibqa.jpg)
TEBQA – Meclîsa bajarê Tebqayê bang li şêniyên herêma Tebqayê kir ku ji bo şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên xwe terik kirine, alîkarî kom bikin.
Ji 20`ê çil ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê dikin. Ji ber êrîşê, zêdetirî 200 sivîl şehîd bûne û zêdetirî 700 sivîlên din jî birîndar bûn. Herwiha bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji cih û warê xwe derketin.
Têkildarî mijarê, Meclîsa Bajarê Tebqayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, bang li şêniyên herêma Tebqayê hate kirin ku ji bo şêniyên Efrînê yên ku ji cih û warê xwe derketine, alîkarî kom bikin.
Tê payîn ku ji bo komkirina alîkariyê wê kon li bajarê Tebqayê, bajarokên El-Cirniye û El-Mensûra werin vekirin.
(kc)
ANHA