Jiyana bi hezaran sivîlên li Basûtê di xeteriyê de ye

Jiyana bi hezaran sivîlên li Basûtê di xeteriyê de ye
18 adar 2018   12:03

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran sivîlên li gundê Basûtê yê Şêrawa xistin çemberê û nahêlin ku sivîl derkevin. Metirsî heye ku artêşa Tirk komkujiyan li wir pêk bîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li gorî agahiyan, duh beşek ji gelê Efrînê yên ku dixwestin vegerin Cindirêsê bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Di vê konvoyê de, derdorê 300 kes hebûn, tekez e ku li vir komkujiyek mezin çebûye lê hejmarek zelal nîne, lê hejmar derdora bi sedan kesa ne.

Her wiha beşek ji gelê Efrînê ku dixwestin careke din vegerin bajar, di ketina bajar de bûne hedefa topbaranê û gelek sivîl hatin qetilkirin. Li vir jî hejmarek zelal nîne.

Di heman demê de, agahiyên ku ji Efrînê hatine, du welatparêz di nav bajar de ji alî çeteyan dewleta Tirk ve hatine serjêkirin.

ANHA