Hêzên Asayîşê ji bo Newrozê biryarên girîng derxist

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava – Bakurê Sûriyê ji bo Newrozê biryar derxistin û bang li welatiyan kirin ku ji bo ewehiya wan van biryaran pêk bînin.

Hêzên Asayîşê ji bo Newrozê biryarên girîng derxist
18 adar 2018   11:55

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava – Bakurê Sûriyê ji bo Newrozê biryar derxistin û bang li welatiyan kirin ku ji bo ewehiya wan van biryaran pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava- Bakurê Sûriyê, têkildarî çalakiyên Newrozê  û ji bo parastina ewlehiya welatiyan biryarnameyek derxist.

Biryarname wiha ye:

"Bi nêzîkbûna cejna Newrozê, em careke din girêdana xwe û baweriya xwe ya bi ax û gelê xwe ve nû dikin. Her wiha em soz didin şehîdê xwe ku em ê aştiya navxweyî û ewlehiya welatiyan ji her xeteriyan biparêzin. Em  ji tevahî gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd dibêjin, her sal hûn di nava xêrê de bin.

Li ser bingehê parastina ewlekariya giştî û rêgirtina li pêşiya hewldanên derxistina tevliheviyê, em bang li welatiyan dikin ku van biryaran pêk bînin:

1-Qedexe ye fîşek werin avêtin.

2-Qedexe ye her cûre lîstokên ji agir werin bi karanîn.

3-Qedexe ye çek derbasî cihên çalakiyan werin kirin.

4-Qedexe ye agir di nav bajar de werin vêxistin û dûrî kombûnên ne rêxistinkirî bikevin.

5-Qedexe ye her cûre motosêklêt, kamyon û sarîc derbasî bajar bibin.

Ev biryar ji dîroka 19/03/2018, saet ji 13:00 hetanî dîroka 22/03/2018 heman saetê dikevin meryetê.

(bb)

ANHA