Hediya Yûsif: Civaka navdewletî berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye

Hediya Yûsif têkildarî civîna Konseya Ewlekariyê ku tê de behsa rewşa Efrînê bi firehî nehate kirin got ku civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê berpirsyarên komujiyên ku li Efrînê tenê krin in.

13 adar 2018   13:41

ROJ MÛSA

EFRÎN – Hediya Yûsif têkildarî civîna Konseya Ewlekariyê ku tê de behsa rewşa Efrînê bi firehî nehate kirin got ku civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê berpirsyarên komujiyên ku li Efrînê tenê krin in.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif di daxuyaniyeke xwe de li gel, ajansa me derbarê civîna Konseya Ewlekariyê ku duh hatibû lidarxistin, civîn bi ‘‘Bûyerên dramatik” bi nav kir.

Hediya Yûsif destnîşan kir ku endamên konseyê komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, paşguh kiriye û got, “Êrîşên li ser Efrînê ketiye roja 53‘an. Endamên Konseya Ewlekariyê ku qaşo ji bo rewşa li Sûriyê nîqaş bikin, civiya bûn, qala Efrînê nekirin, tevî ku li Efrînê 6 komkujî li dijî sivîlan pêk hatine, bi dehan zarok hatine kuştin û hî jî hejmara tekez nehatiye tesbîtkirin ji ber ku hîn di ber enqazan de ne.”

Hediya Hûsif bal kişand ku li Efrînê rewşeke trajîk tê jiyîn, gelê Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dide û da xuyakirin ku hêzdeyî 500 hezan kes li navenda bajarê Efrînê jiyan dikin, dewleta Tirk li dijî wan operasyonên qirkirinê pêk tîne.”

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, destnîşan kir ku civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî komkujiyên li Efrînê ber çavan derbas nake û got, ” Hemû dewletên ku derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê dengê xwe nakin, şirîkên hikûmeta Tirkiyê ne û destê wan jî di kuştina sivîlan de hene, armanca wan welatan tenê berjewendiyên xwe biparêzin.”

Hediya Yûsif berpirsyariya komkujiyên li Efrînê girt ser navdewletî û Konseya Ewlekariyê û derbarê daxuyaniyên wan ên şermok ku dibêjin êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê şerê li dijî terorê sikinandiye got, “Zarên Efrîn şerê terorê kirin, êrîşên Tirkiyê ne tenê wê bibe sedema rawestandina  şerê li dijî DAIŞ‘ê, lê wê bibe sedama zindîkirina DAIŞ li herêmê.”

Hediya Yûsif di nava axaftina xwe de, diyar kir ku gelê Efrînê beşeke ji gelê Sûriyê ye û Efrîn jî beşek ji xaka Sûriye yê û hemû pêkhateyên wê li ber xwe dide. Hediya Yûsif her wiha got, heger ku ev gel rast komkujiyan, berpirsayên yekemîn ên van komkujiyan, civaka navdewletî, Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ne.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, di dawiya axaftina xwe de got, bêdengiya hêzên navnetewî herêmê ber bi rewşeke xirabtir dibe, wê Tirkiyê terorîst û çeteyan derbasî herêmê bike.

(bb)

ANHA

" title="YouTube video player" frameborder=\"0\" allow=\"accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share\" allowfullscreen>