YPG: Îlan Kobanê jî bû şopdarê Avesta û Arîn

 YPG`ê diyar kir ku çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala wan Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên serkeftinê, hevalê wan Îlan Dara jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.

YPG: Îlan Kobanê jî bû şopdarê Avesta û Arîn
9 adar, 2018   14:36

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG`ê diyar kir ku çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala wan Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên serkeftinê, hevalê wan Îlan Dara jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.

Fermandariya YPG`ê ya Efrînê derbarê çalakiya fedayî ya şervanê YPG`ê li herêma Cindirêsê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

ʺRêhevalê me Îlan Dara îro li hemberî çeteyên dewleta Tirk a faşîst(Çeteyên El-Nusra û El-Qaîde) ên ku êrîşî herêma Cindirêsê kirin, çalakiyeke  fedayî  pêk anî.

Çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala me Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên  serkeftinê, hevalê em Îlan Kobanê jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.

Rêhevalê me Îlan Dara careke din îsbat kir ku bi rihê azadiyê, bi bîr û bawerî li hember dijmin seknandin, xeta serkeftinê ye . Rêhevalê me Îlan bi vê çalakiya xwe  ya fedayî rihê demê û rihê serdemê jiyan kir. Em ê di şopdariya heval Îlan de serbikevin û dagirkeriya faşîzma Tirk têk bibin.

Nasnav: Îlan Dara

Nav û paşnav: Ehmed Elwelo

Cih û dîroka şehadetê: Çalakiya fedayî li Cindirêsê 8`ê Adarê

(kc)