‘Berxwedana Efrînê hişt her kes nerîna xwe bighere’

Türk devletinin Suriye topraklarında kalıcı olmayı planladığını vurgulayan Kürt İlerici Demokratik Partisi yöneticisi İdris Çaçan, Rusya’nın Efrîn’deki katliamlardan sorumlu olduğunu belirtti.

‘Berxwedana Efrînê hişt her kes nerîna xwe bighere’
8 adar 2018   09:29

KELSÛMA ELÎ

QAMIŞLO– Endamê Rêveber ê Partiya Pêşvero ya Kurd a Sûriyê Idrîs Çaçan diyar kir ku berxwedana Efrînê hemû cîhan neçar kir ku nerîna xwe bidin guhertin. Çaçan her wiha bang li hemû aliyan kir ku piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin.

Endamê Rêveber ê Partiya Pêşvero ya Kurd a Sûriyê Idrîs Çaçan derbarê Berxwedana Serdemê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em ê tu carî destwerdana dewleta Tirk a di xaka me û êrîşa wê ya li ser Efrînê qebûl nekin. Dewleta Tirk biyanî û xaka Sûriyê dagir dike.”

Çaçan di berdewama axaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk pîlan dike ku wekî çawa di Qibris de ma di xaka Sûriyê de jî bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja yekem a êrîşa li ser Efrînê de helwesta me diyar e, em dagirkeriya Tirkiyê û êrîşa wê y ali ser herêmê qebûl nakin. Dewleta Tirk êrîşî hebûna gelê kurd dike, ew naxwze gelê kurd mafê xwe bidest bixin. Cîhan hemû dizane ku dewleta Tirk Qibirs beriya dehan salan dagir kir û nema jê derket. Niha jî dixwaizn ku Efrînê dagir bikin. Emê tu carî qbeûl nekin û em ê li dijî êrîşên wan bê deng nemîn in.”

‘Rûsiya jî piştgiriya Tirkiyê dike’

Çaçan her wiha destnîşan kir ku dewelta Rûsiya jî piştgiriya dewleta Tirk di êrîşa wê ya li ser Efrînê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rûsiya dewletek mezin e û rola wê di Sûriyê de mezin e. Di civîna Sotchî de rê got ku ew dixwaze aloziya Sûriyê çareser bike. Lê ya rast rê da Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bike û bi balafirên xwe komkujiyan pêk bîne. Rûsiya bi vê yekê piştgiriyê dide dewleta Tirk û rola wê jî di komkujiyan de heye.”

‘Civaka navdewletî berpirsyar e’

Çaçan her wiha bang li civaka navdewletî kir ku erkên xwe yên ji bo parstina sivîlan pêk bîn e û wiha dom kir: “Dewleta Tirk çekên kîmyawî û xazên qedexekirî jî bikar tîne. Me li gundên Erindê dît ku çawa xaza Kilor li dijî sivêlan bikar anîn. Di encamê de bi dehan welatî birîndar bûn, niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin. Divê dewletên mezin û civaka navdewletî erka xwe ya ji bo parstina sivîlan pêk bîne.”

Idrîs Çaçan her wiha da zanîn ku şervanên YPG,  YPJ û QSD’ê û gelê Efrînê bi berxwedana xwe ya dîrokî cîhan neçar kir ku nerîna xwe bidin guhertin û wiha dom kir: “Em bi berxwedana şervanên xwe serbilin din. Em bejna xwe li ber vê berxwedanê ditewîn in, bi rastî hiştin ku hemû cîhan nerîna xwe bidin guhertin.”

Endamê Rêveber ê Partiya Pêşvero ya Kurd a Sûriyê Idrîs Çaçan di dawiya axaftina xwe dejî bibîr xist ku şandeyek ji partiya wan jî amadekariyan dike ku berê xwe bide Efrînê û piştgiriya Berxwedana Efrînê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kesek erka xwe ya piştigirya berxwedana Efrînê pêk bîne, ev dikev ser milê her kesekî ji me. Ev bi beşdarbûna meşan çalakiyan dibe, her wiha hevdîtinên siyasî û çalakiyên din jî dibe. Şandeya Partiya me jî wê biçe serdana Efrînê û bi gelê Efrînê re hevdîtinê bike. Wê piştgiriya xwe li ser xaka Berxwedanê bîne ziman.”

(dc)

ANHA