Hacer Zagros: Têkoşîna 8`ê Adarê berxwedana Efrînê tacîdar dike

Hevseroka Kongra-Gel Hacer Zagros anî ziman ku jinên Efrînê bi rihê berxwedaniya 8‘ê Adarê têdikoşin û got, “Berxwedan û têkoşîna jin û dayikan wê dawiya dewleta Tirk bîne û heta ku desthilatdarî neyê parçekirin jin wê li ber xwe bidin, dev ji têkoşînê û eniyên şer bernadin. Berxwedana ji bo jinan bû çanda jiyanê.”

Hacer Zagros: Têkoşîna 8`ê Adarê berxwedana Efrînê tacîdar dike
8 adar 2018   09:25

BEHDÎNAN – Hevseroka Kongra-Gel Hacer Zagros anî ziman ku jinên Efrînê bi rihê berxwedaniya 8‘ê Adarê têdikoşin û got,  “Berxwedan û têkoşîna jin û dayikan wê dawiya dewleta Tirk bîne û heta ku desthilatdarî neyê parçekirin jin wê li ber xwe bidin, dev ji têkoşînê û eniyên şer bernadin. Berxwedana ji bo jinan bû çanda jiyanê.”

Ji Qadên Parastinê yên Medyayê Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros ji bo 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANHA’yê re axivî. Zagros 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, ‘’Ê ku koletiya jinê destnîşankirî û li dijî vê têkoşîna bêhempa dayî Rêber Apo ye.’’

‘Êdî partiya me PKK‘Ê partiya jinê ye‘

Hacer Zagros diyar kir ku Ocalan ji bo civakeke azad bingeheke herî mezin ji jinê re ava kir û got: “Cinsê herî zedê ku hatiya kolekirin û bindestkirin jin e. Rêber APO dibeje ku koleya herî kevin jin e û ji ber vê sedemê destpêkê jinê dinirxîne. Civakbûn ji jinê dest pê kiriye, lê mixabin hemû desthiladariyan nirxên jinê yên maddî û manewî hatiye binpêkirin. Li hemberî vê yekê jî ya nasname, cewher û civaka xwe parast jin bû. Rêber APO ji bo careke din civakê bi rihê exlaqî, siyasî, nasnameyeke nû û azad zindî bike ji jinê destpê kir. Li beramberî vê jî ked û têkoşîneke di aliyê fikrî, birdozî û ramyarî de ji bo jin bigihijê vê astê da. Bi ve felsefeyê êdî Rêber APO dibejê partiya me PKK‘ê partiya jinê ye”.

Zagros ji bo pêşengên tevgera jinên Kurd ku îro jî berdewam dike got, “Di destpêka têkoşîna tevgera azadiyê de jin di hemû aliyan ve bi pêş ve çûye. Bi 19‘ê Tirmehê re li Rojava  herî zedê bi şewazeke şênber di nav şoreşê de cihê xwe girtiye. Di şopa Berîvan, Zîlan, Berîtan, Arîn û Avestayan de bi hezaran jin bûne xwedî rol û misyon û  jin pergala xwe ava dikin.”

Her wiha Zagros bal kişande ser yekîtiya jinên Bakurê Sûriyê û wiha dom kir, “Hemû pêkhateyên axa Sûriyê bi rihê yekîtiyê berxwedan û têkoşînêke herî mezin li hemberî  Tirkiyê û çeteyên giredayî wan didin. Ev jî tê watêyê ku edî jin li hemberî sîstema deshiladariyê  pergala xwe ava dike. Ev jî di heman demê de hilweşandina sîstema zîlamtî û deshilatdariyê û avakirina civak, nasnameya demokratîk û pergalakê nû bi xwe re tîne. Li kelêka vê jî Rêber APO dibejê jineke azad, civaka  azad, civaka azad jî netewa demokratîk e. Îro jî li hemberî deshiladariyê têkoşîna  ku tê meşandin bi peşêngtiya jinê civak azad dibe. Dewletên deshiladar jî ji bo vê, destpêke jinê dike hedef û ji hêza jinê ditirse.”

‘Têkoşîna 8’ê Adarê berxwedana Efrînê tacîdar dike‘

Zagros, têkildarî berxwedana jinan li Efrînê, destnîşan kir ku berxwedana Efrînê berdewamiya Berxwedana 8‘ê Adarê ye, got 8`ê Adarê li hemberî modernîtayê kapitalist, emperyalîzm û dagirkeriyê roja berxwedan û têkoşînê ye û wiha domand, “Berxwedaniya 8`ê Adarê heya îro tê wateya ku jin biryara xwe li hemberî dagirkeriyê daye. Efrîn bi rihê têkoşîna 8‘ê Adarê berxwedana xwe tacîdar dike. Êrîşên dewleta Tirk li Efrînê ne tenê gelên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, rêxistin û îradeya jinê jî dike hedef. Sedem jî ew e ku jinên Rojava bi têkoşîn û berxwedana xwe li ser hemû jinên cihanê bandora we dike û wan şiyar dike.

Di berxwedaniya tevgera azadiye de hevreyê Zîlan û Berîtan û bi taybetî berxwedana Kobanê ya li ser şopa Arîn Mirkan ji bo jinên cîhanê bû hêviyek û bi xwe re îlhamek nû anî. Jinên cîhanê ev heqîqet dîtin û gotin, jinên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya sîstemakê nû dikin. Ji hemû pêkhatêyan gelêk jin li ser axa Rojava şehîd bûne. Ev jî tê wateya ku bi rihê yêkîtiyê jin bi ser ketine û 8`ê Adarê bi vê yêkîtiya jinan tê pîroz kirin.”

‘Têkoşîna jinê wê bibe dirûşmeya sedsala 21’ê‘

Hacer Zagros, diyar kir ku Berxwedaniya Efrînê ya jinê ye, û wiha pê de çû, “Ev 46 roj in Efrîn bi jin, dayikan berxwedana xwe didomîne. Pênasekirina Berxwedana Serdemê parastina nirxê jinê û mirovahiyê ye. Di nava berxwedanê de jin dibêje ku ew bêyî zarok dikarin bijîn lê ne li ser ax û bêyî azadiyê nikarin bijîn. Ev jî berxwedanî berhemên bîrdoziya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ya ku bi felsefeyeke nû ye, ji bo mirovahî, jiyan û çandê ye. Ev jî wê bibe dirûşmeya sedsala 21’an. Êdî jiyan wê bi vê şêwazê bimeşe. Berxwedan bû çanda jiyanê.”

Zagros Hacer, dayikên Berxwedana Serdemê silav kir û got ku dayikên ku nirxên xwe bernadin, têdikoşin  bi asta herî jor de bûne xwedî rihê fedayî û got, “Têkoşîna Jinê wê bibe dirûşmeya sedsala 21‘ê yê”

Zagros wiha berdewam kir, “Berxwedan û têkoşîna jin û dayikan, wê dawiya dewleta Tirk bîne û heya ku pergala desthilatdariyê parçê nekin dev ji çepêrên şer bernadin. Berxwedan ji bo jinan bû çanda jiyanê. Çawa Îştar û Înanna di destpêka mirovahiyê de jiyanêke binirx û bi exlaq danê meşandin, ev berxwedanî îro li Efrînê berdewam dike.”

Hevseroka Kongra-Gel Hacer Zagros, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû mirovahî kir ku li berxwedana Efrînê xwedî derkevin û meşa jinên Efrînê silav kir.

ANHA