Şiyar Hecî dema erka xwe ya mirovî pêk tanî şehîd bû

Endamê Xebatên Tenuristiyê li nexweşxaneya Avrîn Şiyar Hecî Ebdo dema erka xwe ya mirovî di Berxwedana Serdemê de pêk tanî û bi dehan sivîl rizgar kirin, di encama topbarna Artêşa Tirk de şehîd bû.

Şiyar Hecî dema erka xwe ya mirovî pêk tanî şehîd bû
8 adar 2018   09:18

NÛRÎ UMER

EFRÎN- Endamê Xebatên Tenuristiyê li nexweşxaneya Avrîn Şiyar Hecî Ebdo dema erka xwe ya mirovî di Berxwedana Serdemê de pêk tanî û bi dehan sivîl rizgar kirin, di encama topbarna Artêşa Tirk de şehîd bû.

Şehîd Şiyar Ebdo di sala 1995’an li navçeya Cindirêsê hate dinê. Navê bav Mihemed û navê Dayîkê Nazeliye. Birayek û du xwîşkên wî hene. Di 19’e saliya xwe de li zanîngeha Helebê dest bi beşê zanista civakî kir. Di sala yekem û duyemîn de serkeftî bû, bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û dema şer li Helebê destpê kir, Şiyar li cihê lê hatiye dinê Efrînê vegeriya û xwendina xwe ya zanîngehê rawestannd.

Dema nû vegeriya Şiyar sê mehan li Efrînê ma û pişt re beer xwe da Başûrê Kurdistanê û ji bo xwedîkirina malbatê li wir dest bi kar kir. Piştî sêsalan li wir ma carekd in vegeriya Efrînê û tevlî xebatên komîteya perwedeya civaka demokraîtk bû. Wiha dest bi perwedeya zimanê kurdî kir. Şiyar wekî mamoste êdî dest bi kar xwe kir.

Şiyar dest bi erka xwe ya parastinê bû û 45 rojan tevlî dewreya perwedeyê bû û pişt re li nexweşxaneya Şehîd Ferzenda ya Herêma Efrînê hate erkdarkirin.

Xebatên tenduristî

Di nexweşxaneyê de Şiyar fêrî dermankirinên destpêkê bû û ket xebatên hemşîretiyê de. Sê mehan perwerde dît û dest bi xebatan kir. Dema Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin, Şiyar ket liv û tevgerê da ku jiyana sivîlên Efrînê yên ji ber topbaran û bombebarana bê ser û ber a li ser herêmê rizgar bike, xebitî.

Şehîd Şiyar ji bo rizgarkirina birîndarên topbaran û bombebarnê bverê xwe da navçeya Raco û Şiyê û bi dehan welatiyên ku ji ber topbaran û bombebaranê birîndar bibûn rizgar kirin

Rojên şehîd Şiyar ên dawî

Hevalê Şehîd Şiyar ê bi navê Zekeriya Ismaîl di rojên dawî de bi Şehîd Şiyar re berê xwe da Navçeya Cindirêsê derbarê xebata wî ya rojên dawî wiha got: “Di roja 24’ê sibatê de Şehîd Şiayr ji navçeya Şiyê derket. Piştî rojekê xwe rehet kir berê xwe da navenda herêma Cindirêsê û li wir dest bi kar kir. Di roja 25’ê sibatê de em bi hev re çûn Cindirêsê cihê Şehîd Şiyar lê jidayîk bû. Dektor Rûken jî bi me re bû. Şiyar bi şev û roj bê rawestandin kar dikir, , ji bo ku welatiyên sivîl rizgar bikin.”

Kêliyên Şehîd Şiyar yên dawî

Zekeriya her wiha behsa kêliyên dawî yên şehîd Şiyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Piştî xebatên çend rojan li navçeya Cindirêsê, Artêşa Tirk û çeteyên wê roja yekşemê dîrok 6’ê Adarê bû, derdora navenda me ya tenduristî topbaran dikirin. Bi awayekî bê ser û ber noqte bo hawan û obîsan dihat topbarankirin.”

Di roja 6’ê Adarê de jî Arêtşa Tirk a dagirker noqteya me ya tenduristî bi balafiran bombebaran kir, di encamê de hevalê me Şiyar şehîd bû.

Şehîd Şiyar di roja 7’ê Adarê de bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Avesta Xabûr bi beşdarbûna hezaran welatiyên Efrînê hate definkirin.”

(dc)

ANHA