Berxwedana jinên Efrînê tekoşîna 8'ê Adarê didomîne

Reportaj Summay

Berxwedana jinên Efrînê tekoşîna 8'ê Adarê didomîne
7 adar, 2018   15:32

FÎDAN EBDULAH

EFRÎN- Endama Meclîsa Rêveber a Mclîsa Jinên Sûriyê Fedîla Mihemed diyar kir ku sekna jinên Efrînê û berxwedana wan a di nava şoreşa Bakurê Sûriyê de bingeha xwe ji fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan giritye û destnîşan kir ku tekoşîna jinên Efrînê berdewama rihê tekoşîna roja jinan a cîhanê ye.

Bi boneya 8'ê Adarê Endama Meclîsa Rêveber a Meclîsa Rêveber a Jinên Sûriyê ya herêma Efrînê Fedîla Mihemed bersiva pirsên ajansa me yên derbarê berxwedana Efrînê û girêdana wê bi tekoşîna 8'ê Adarê bersivan. Fedîla Mihemed da zanîn ku jinên Efrînê li dijî dagirkerên Tirk û çeteyên wê evsaneyên qehremaniyê pêk tînin.

*Di nerîna we de 8'ê Adarê ji jinan re xwedî çi wateye?

Di destpêkê de em bi muraleke bilind û bi rihê Berxwedana Serdemê pêşwaziya 8'ê Adarê ya îsal dikin. Wekî tê zanîn ku jin di vê cîhana ku dengê desthiladariya zilam lê bilind bûye, her wiha aliyên desthiladar mafên jinan ji destê wê digirin, bi hêza xwe û tekoşîna xwe liber xwe dide. Jinan bi wêrekiyek mezin li dijî zihniyeta desthiladar derket. Sekna wê bi tena xwe serkeftinek mezine û îradeya wê ya di nava civakê de isbat dike.

Dîroka demdirêj a tekoşîna jinan li hemû cîhanê rê li ber azadiya wê vekiriye. Jinan isbat kirin ku azadiya wan azadiya jinan e. Ji vir ve em girîngiya vê rojlê ji hemû jinan re dibîn in. Ji ber ku azadiya zilam jî bi azadiya jinê re ye.

*Piştî şoreşa jinan li dijî zihiniyeta baviksaliyê gavên mezin avêtin, niha çi ji jinan tê xwestin ku pêk bîn in?

Jinan li dijî zihniyeta desthildar û sermyandar karîbû gavên girîng û wêrek bavêjin. Jin êdî nema tundî û koleteyê qebûl dike. Jinên kurd pêşengiya tekoşîna jinan kirin û îro li Bakruê Sûriyayê di avakirina hemû sazî û tevgerên taybet ên jinan de ev yek diyardere, bi taybet di avakirina hêza leşkerî ya jinan e.

Ji bo jin van destkeftiyên xwe biparêze divê xeta xwe ya berxwedan û tekoşînê bidomîn e. Di heman dem de divê pîlanên xwe yên pêşerojê di astên herî jor de dine. Akademiyên taybet bi jinan li ser esasê azadiya jinan pêş bixe. Di heman demê de divê têkiliyên xwe yên bi hemû jinên cîhanê re xurtir bike.

Bê guman em wekî jinên Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê û demokrasiyê bi hemû hêza xwe didomîn in.

*Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî Efrînê dike, jinên Efrînê li dijî êrîşan tekoşînek bê hempa û pêşeng dike, hûn vê berxwedana jinên Efrînê çawa dinirxîn in?

Jinên Efrînê bi berxwedan û tekoşîna xwe ya li dijî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê, tirs û xof di dilê wan de çandiye. Em ê tu carî dagirkeriya Tirk herêmên me dagir bikin. Em ê bi sekin û hêza xwe li dijî êrîşên wan derkevin. Bi taybet ev ji berxwedan û sekna jinên Berxwedana Serdemê ji hemû cîhanê re ev rastî pesend kiriye. Bingeha vê jî ji hevgirtin û tekoşîna hevpar a jinan hatiye.

Berxwedana jinên Efrînê di berxwedana Serdemê de ku îro pêk tê bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe. Mînaka Çalakiya fedayî ya Şehîd Avesta Xabûr û tirsa dijmin li ber Şehîd barîn Kobanê tirsa dewleta Tirk a ji demokrasiyê û fikrê azad nîşan dide.

*We wekî jin xwe li ser çi esasî li dijî zihniyeta bavksaliyê xwe birêxistin kirine?

Gelek lêkolîner û zanyarên cîhanê di pirtûk û analîzên xwe de jin wekî nêvî civakê pênase kirin. Lê Ocalan tekez kiriye ku jin civak bi xwe ye. Jin nikare ji vê rastiyê birev. Em wekî jin deyndarên fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan in. Ev fikir diyareke mezin ji jinên kurd re bû, wan jî di nav hemû pêkhateyan de belav kir, her dem Ocalan destnîşan dikir ku berxwedan û îradeya jinan pîroz e. Dema me xwe bi fikrê demokratîk pêş xist, em ê karibin rêveberiya civakê bikin.

Li ser vî esasî dewletên li dijî fikrê demokratîk û azadiya jinan li dijî Ocalan komplo pêk anîn, da ku fikrên wî tune bikin, ne ji dîlgirtina Ocalan ba, wê civaka Rojhilata Navîn ne gihiştiba vê astê ji wêranî û xirabûnê. Derheqê mirovahiyê gelek komkujî pêk hatin. Roj piştî rojê diyar dibe ku ji ber bîrdozaya Ocalan ji jinan re daniye, dîl hatiye girtin û komplo li dijî wî hatiye kirin.

*Tevî ku rêxistinên jinan ên cîhanî ji bo mafê jinan tekoşînê dikin, lê heta niha derbarê komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî jinan pêk tîne bê deng in, Di nerîna wan de îro çi ji wan tê xwestin?

Bê guman saziyên jinan di nava dewleta Tirkiyê de jî hene. Lê li ber navendên wan bi dehan polis hene. Di vê roja pîroz de em bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê û bi taybet ên Tirkiyê dikin ku li dijî êrîşa Artêaş Tirk û ên din ku li dijî jinan pêk tê serî hildin. Da bi bi firkê xwe yê demorkatîk û li ser esasê wekhevî û hezkirina di navbera herdû zayendan de pêşeroja xwe ava bikin.

Em wekî jinên Efîrnê û Bakurê Sûriyê tekez dikin ku em bi xaka xwe ve girêdayî ne. Em ê hevgiritina xwe ya li dijî dewleta Tirk û hemû êrîşkaran derkevin da ku em civaka demorkatîk û bê desthildariya dewletê saz bikin.

(dc)

ANHA