Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin

Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê jiyan dikin, bi dirûşmeya " Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin" 8‘ê Adarê pîroz kirin.

Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin
Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin
Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin
Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin
Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin
6 adar, 2018   10:22

BEYRÛT – Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê jiyan dikin, bi dirûşmeya " Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin" 8‘ê Adarê pîroz kirin.

Cihê şahiyê, bi wêneyên jinên têkoşer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ û YPG‘ê hatibû xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê, li ser navê Kongreya Star Semîra Bekir, li ser navê Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz hevseroka weqfeyê Henan Osman, li ser navê Konfransa Ermenî nûnerê konferansê Hemo Mekîfa û çalakvanê Ermenî Kernîk Esfehan axivîn.

Kesên axivîn, 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê, şervanên YPJ‘ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Axaftivanan diyar kirin ku şervanên YPJ‘ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê efsaneyên qehremanî dinvisînin.

Her wiha bal hate kişand ser rola pêşeng di her qadana de dîlîzin.

Di şahiyê de, her wiha şano, star û govend hatin gerandin.

Şahî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(bb)

ANHA