Cindirêsê nas bike!

Herêma Cindirêsê di aliyê îdarî de girêdayî Efîrnê ye û li rojavayê wê dike. Bi çiya û deştên xwe tê naskirin, xaka wê ji çendiniyê re pir xweşe û gelek cûreyên çandiniyê lê çêdibin.

Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
Cindirêsê nas bike!
6 adar 2018   10:09

CEFER CEFO

EFRÎN- Herêma Cindirêsê di aliyê îdarî de girêdayî Efîrnê ye û li rojavayê wê dike. Bi çiya û deştên xwe tê naskirin, xaka wê ji çendiniyê re pir xweşe û gelek cûreyên çandiniyê lê çêdibin.

Li gorî dabeşkirina Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Cindirêsê bû ye herêm û ji 2 navçeyan pêk tê. Herêm Cindirêsê û Şiyê. Ew jî girêdayî Kantona Efrînê ye. Cindirêsê şahidî ji gelek demên dîrokî û şarirstiyan re kiriye. Erda wê jî baştirîn erdên kantona Efrînê ye û çandiniyên xwe tê naskirin.

Di dema Şoreşa 19'ê Tîrmehê de li ber çeteyan bû bendeke pir bi hêz û gelek carek çeteyan êrîş li dijî Cindirêsê pêk anîn, lê nikarîbûn nêzî wê bibin. Ji her herêmeke Efrînê taybetmendiyek xwe heye. Herêm Cindirêsê jî bingeha wê ya dîrokî û erdên wê yên baş tê naskirin. Gelek ji erdên wê tê çandinî.

Nav û cihê Cindirêsê

Herêm Cindirêsê dikeve 20 kîlometreyan rojavayê bajarê Efrînê, herêm Mabata li bakurê wê dikeve, li başûrê wê jî bajarê Idlibê, rojavayê wê jî çiyayê Emanûs-Toris li Bakruê û li rojhilatê wê jî bajarê Efrînê ye.

Dîroka Cindirêsê vedigera sala 1750 Z yînê de, destpêkê 2 malbatên bi navê“ çeqeli ’’ û“el çepi’’ Lê bi cih bûn. Herdû malbat ji Bakurê Kurdistanê hatin û li herêmê bi cih bûn, piştî herdû malbatan xwe bi cih kirin, malbatên din jî hatin û li nêzî wan jiyan kirin.  Navê Cindirêsê ji kevin de lê hatiye kirin. Destpkê navê herêmeke wê Cindirêsa Kevin bû ew jî derdora 5 kîlometreyan başûrê navçeyê ye.

Navê Cindirêsê ji 2 gotinan hatiye, gund û ya din jî vedigere Fermandarekî Rumanî navê Irese, ew di dema desthiladariya Roman de fermandarê herêmê bû. Ev di sala 500 BZ, li gorî lêkolîner û zanyarên herêmê agahî dane me.

Firehî û belavbûna welatiyan...

Firehbûna herêm Cindirêsê derdora 350 KM2 ye, hejmara niştecihên wê derdora 3 hezar û 500 mal in. Li gorî şaredariya gel a Cindirêsê hejmara nifûsa herêmê derdora 35 hezar kes e. Kurd û ereb, her wiha kêmek malên turkmenan lê jiyan dikin.

Herêm Cindirsê ji kevin de  bi çandiniya xwe tê naskirin. Ava wê pir e û erdên wê ji çandiniyê re gelekî başe, piraniya şêniyên wê di çandiniyê de dixebitin, di heman demê de sewalvaniyê dikin, welatiyên herêmê ji Çemê Efrînê ku di nava kantonê re derbas dibe sûd werdigirin û zeviyên xwe jê av didin.

Derdora 10 hezar  hikart erdên çandiniyê li navçeyê heye. Herî zêde darên zeytûnan lê tê çandinî. Di herêmê de derdora milyonek û 275 hezar û 560 darên zeytûnan hene. Di rêza duyem de darên hinaran e. zêdeyî 12 hezar darên hinaran li herêmê hene. Salane 300 ton hinar derdikeve derveyî herêmê. Wekî din hemû cûreyên şînahî û tûtin jî li herêmê tê çandin.

Cihên dîrokî..

Di herêm Cindirêsê de Girekî dîrokî di serdema Romaniyan de heye. Firehiya Gir derdora 12 hiktaran e, li başûrê herêmê dikeve.

Beriya şoreşê û piştî wê

Di sala 1963'an de herêma Cindirêsê ket bin rêveberiya Şamê de û heta sala 2012'an rewş  wiha dewam kir. Di dema Baas de di herêmê de tevlîhevî û nakokî dihatin derxistin. Rêjîma Baas dixwest di navbera gelê herêmê de û bi taybet kurd û ereban de tevlîheviyê û fitneyê derbixîne.  Ji ber vê yekê her dem li navçeyê nakokî û bê aramî hebû. Mafê gelê kurd dihate binpêkirin û navê herêmên kurdî dihatin guhertin.

Piştî şoreşa gel a 19'ê Tîrmehê, şoreş hêdî hêdî belav bû û di 22'ê tîrmehê de pêlên şoreşê gihişt Efrînê. Gel li vir êdî xwe li ser bingeha Netewa Demokraîtk birêxistin kir. Îro jî herêm Cindirêsê bûye mînakek biçûk a vê sîstemê.

Di sala 2012'an de û piştî Efrîn ji aliyê gelê xwe ve ji destê rêjîma Baas hate derxistin, Rêveberiya Xweser gel birêxistn kir, saziyên xwe yên hemû aliyên jiyanê saz kirin. Di heman demê partiyên siyasî yên wekî PYD, Yekîtî, Hevgirtina Niştmanî ya Demorkatîk a Sûriyê buroyên xwe li navçeyê vekirin.

Êrîşên li ser Cindirêsê

Wekî herêmên din ên Sûriyê herêm Cindirêsê û gu ndên wê jî rastî êrîşên komên çete hat. Êrîşa yekem a li dijî Cindirêsê di îlona sala 2013'an de pêk hat, di encamê de şervanên YPG/YPJ'ê berisva êrîşan da. Di şerê 25 rojan de çete têk çûn û derbeyên giran li wan hate xistin.

Di sala 2014'an de jî herêm Cindirêsê rastî êrîşa komên çete yên Cebhet El-Nusra hat. Çeteyan ji aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê û Idlibê êrîşî herêmên kirin. Çeteyan di êrîşa xwe de çekên giran û top bikar anîn. Bi awayekî bê ser û ber herêm topbaran kirin, lê careke din berxwedana YPG/YPJ'ê êrîş têk birin. Ji bo vê yekê bi sedan zarkên herêmê fedekarî kirin.

Di 20'ê çileya sala 2018'an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer, top û hemû cûreyên çekên giran êrîşî herêma Efrînê kirin. Di êrîşê de gelek malên welatiyan, mizgefet û dibsitan hatin ruxandin. Her wiha hejmarek zêde ya sivîlan ku piraniya wan jin, zarok û kalepîr in şehîd bûn.

Êrîşa ku bi balafir û topên herî giran li ser Cindirêsê pêk tê hîn jî dewam dike. Bajar û gundên wê bi hemû cûreyên çekên giran tê hedefgirtin, lê car de jî gelê herêmê bi hemû hêza xwe liber xwe didin.

(dc)

ANHA