Banga vegera welat li ciwanan kir

Banga vegera welat li ciwanan kir
6 adar 2018   10:06

MIHEMED EL-EHMED

GIRÊ SPÎ- Hevserokê Buroya Ciwan û Sporê ya Minbicê Selah Cuma bang li hemû ciwanên ku piştî şoreşê koçber bûne kir ku vegerkirin warê xwe û bi xelkên xwe re beranberî siyasetên li dijî civaka Bakurê Sûriyê têne meşandin, derkevin.

Selah Cûma derbarê koçberiya ciwanên Sûriyê ku piştî destpêkirina şoreşê ji ajansa me re axivî û got: "Rola ciwanan di nava civakê de pêşeng e. Civaka me li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan tekoşîna xwe dane meşandin. Em ji aliyê xwe de xebatên pêşxistin û zanekirina ciwanan pêk tîn in, ji bo vê armancaê dewreyên perwedeyê ji wan re vedikin."

Cuma dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Minbicê bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmên me kirin, demeke pir dijwar bû. lê bi saya tekoşîna gelê me û hevgirtina wan çete ji tevahî herêmê hatin derxistin. DAIŞ hemû cûreyên tundiî li dijî ciwanan dan meşandin, van kiriyarên wan welatî neçar kirin ku koçber bibin û berê xwe bidin derveyî welat. Piştî herêmên Bakurê Sûriyê bi saya berxwedana QSD'ê hate rizgarkirin, beşek mezin ji ciwanan vegeriyan warê xwe. Lê hîn jî beşek mezin ji wan li derveyî welat in."

Hevserokê Buroya Ciwan û Sporê ya Minbicê Selah Cuma di dawiya axaftina xwe de jî bang li ciwanên koçberî derveyî welat kirine kir ku vegerin warê xwe û bi yek destî bi xelkên xwe re beranberî hemû siyasetên li dijî civaka Bakurê Sûriyê têne meşandin, derkevin û herêmên xwe biparêzin "

(dc)

ANHA