114 barhilgir xwirek û derman li koçberan tên belavkirin

Alîkariyên xwirek, pêdiviyên zarokan û dermanên ku ji aliyê saziyên Kurdistanî û derveyî welat ve bi 114 barhilgiran şandine Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Heyva Sor a Kurd li koçberan û nexweşxaneyan tên belavkirin.

114 barhilgir xwirek û derman li koçberan tên belavkirin
10 sibat, 2026   07:55
QAMIŞLO

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komên girêdayî dewleta Tirk, 6`ê Çileya 2026`an êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Ji ber êrişan bi deh hezaran kesan koçî Tebqa, Reqa û herêma Cizîrê kirin. Lê 17`ê Çileyê vê carê Dêr Hafir û Tebqayê, 18`ê Çileyê jî bajarê Reqayê rastî êrişan hatin. Di êrişan de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin, lê heta niha hejmarek zelal nehatiye eşkerekirin. 

Dîsa li gorî saziyên mafên mirovan û Heyva Sor a Kurd, 175 hezar kesan koçî bajarên Cizîrê kirin. Koçber li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û danîngehên zarokan (baxçeyên zarokan) ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Beşek koçeberên ji Eyn Îsa, Reqa, Tebqa jî derbasî Kobanê bûn.

Li gorî agahiyên Heyva Sor a Kurd, koçberên hatine Cizîrê li 257 navendan hatine bicihkirin.

Li hemberî êrişan Rêveberiya Xweser 18`ê Çileyê seferberiya giştî ragihand û bang li hemû hêzên aştîxwazî, demokratîxwaz û azadîxwaz kirin ku destek bidin berxwedana Rojava.

Li ser banga seferberiyê ji Kurdistan û derveyî welat gelek saziyên sivîl û rêxistinan kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin.

di serî de Başûrê Kurdistanê, li Bakur û derveyî welat ji bo piştgiriya Rojava alîkarî hatin komkirin, lê aliyên Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Kobanê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin astengkirin.

Rêxistinên ku alîkarî şandin ev in: Rêxistina Acted a Fransî, Rêxistina Navneteweyî ya CARE (Cooperative for Assistance and Relief Everywhere), Rêxistina Save The Childern, Rêxistina Blumont ku navnetewî ye û li Sûriyeyê kar dike, Rêxistina Solidarit International a Fransî, Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî, Rêxistina Bihar, Rêxistina My Fram, Neteweyên Yekbûyî, Semî, Bijîşkên Bêsînor, Rêxistina Rojava, Rêxistina Awat, Rêxistina Hana û Rêxistina Rabîtat ên Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Parastina Zarokan a Başûrê Kurdistanê, Kompaniya Rcell, Kompaniya Mîdîko ya Almanyayê, Gundê Aştiyê yê Almanyayê,  Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Xurekê ya Cîhanê, Yekitiya Bijîşkên Kurd a li Almanyayê, Heyva Sor a Kurdistanî ya li Ewropayê, kanalên TV’yê yên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Helwest a Nîştimanî ya Kurdistanê û înîsiyatîfên şexsî.

RADESTÎ HEYVA SOR KIRIN

Alîkariyên ku gihiştin herêmê radestî Heyva Sor a Kurd hatin kirin.

Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd bi me ajansa me re parve kirine, alîkariyên gihiştine wiha ne:

Rêxistina Kurdistan Save The Childiren: 984 paketên alîkariyê ji bo zarokan.

Dezgeha Xêrxwazên Kerkûkê: 27 barhilgir xwirek.

Rcell: 1000 pakêtên xwirek,

TEV-DEM: 2000 ton av.

Kampanyaya “Kezî” ya ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin: 3 barhilgir xwirek.

Tevgera Helwest- Dezgeha Xêrxwazên Kerkûkê-Cannal 8: 45 ton derman.

Cannal 8: 34 barhilgir xwirek.

Rêxistina Nehrî:  barhilgirek derman, 30 tangên avê.

Gelê navçeya Koyê ya Silêmaniyê: 40 hezar dolar

Gelê Ranya ya Silêmaniyê:  3 barhilgir xwirek û betanî,

Televîzyona Kurd Sat û Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê: 30 ton derman.

Kurdên Kirgizîstanê: 15 hezar dolar.

EKÎBÊN BELAVKIRINÊ

Ji bo belavkirina alîkariyên hatine herêmê, Heyva Sor  a Kurd li hemû bajarên ku koçber lê hene, ekîb ava kirin. Ji bo destekdayînê bi sedan şêniyên bajaran jî tevlî ekîban bûn. Alîkariyên ku hatine hemû li 2 navendên sereke tên komkirin, li van deran dabeşiya wan tê kirin û bi ekîban li koçberan tên belavkirin.

Heta niha piraniya van alîkariyan hatine belavkirin, yên mane jî tên belavkirin.

Ji bilî alîkariyên radestî Hevya Sor a Kurd hatine kirin, hinek sazî û dezgehên ji Başûrê Kurdistanê jî alîkarî bi xwe anîne û belav dikin.

Dîsa hinek saziyan alîkariyên xwe radestî Daîreya Kar û Barên Rêxistinan a Rêveberiya Xweser û wisa tên belavkirin.

(bî)

ANHA