Li Eseriya û çolistana Reqayê dengê teqînan hat bihîstin

Hat diyarkirin ku hemwextî firîna balafirên şer li asîmanê Eseriya û çolistana Reqayê dengê teqînan hat bihîstin. Şêniyan da zanîn ku dibe ku ev deng ji ber êrişên balafirên Koalîsyona Navneteweyî li dijî cihên çeteyên DAIŞˊê bin.

Li Eseriya û çolistana Reqayê dengê teqînan hat bihîstin
9 sibat, 2026   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên leşkerî û navxweyî, beriya saetekê li Eseriya û Çolistana Reqa ya Sûriyeyê hemwextî firîna balafirên şer dengê teqînan hat bihîstin.

Şêniyan diyar kir ku dengê teqînan li tevahî Eseriya û gundewarê Reqayê hat bihîstin û hat gotin ku gelek nuqte hatine hedefgirtin. Lê tu agahiyên din der barê teqîn û derbeyan de nehatin bidestxistin.

(fr)

ANHA