11 sal di ser komkujiya Şaredariya Qamişloyê re derbas bûn

Beriya 11 salan çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra komkujiyek di avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê de pêk anîbû. Di encamê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şopa DAIŞ û El Nusrayê êrişên xwe li ser binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û bê navber li Bendava Tişrînê didin.

11 sal di ser komkujiya Şaredariya Qamişloyê re derbas bûn
11 adar, 2025   03:45
QAMIŞLO
 SÎMA BIROKÊ

Îro salvegera 11’emîn a komkujiya Şaredariya Qamişloyê ye ku çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El Nusrayê pêk anîbû.

11’ê Adara 2014’an dema endam û rêveberên Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê civîna xwe ya asayî li dar dixist, 2 çeteyên DAIŞ’ê ku teqemenî li xwe pêçandibûn, êrişî avahiya şaredariyê kir. Her du çete derbasî odeyên avahiya şaredariyê bûn, karmend gulebaran kirin, bombe avêtin odeyan, paşê jî teqemeniyên li xwe pêçandibûn teqandin.

Li gorî şahidên komkujiyê ku berê ji ajansa me re axivîbûn, xebatkarên şaredariyê li ber xwe dan, xebatkarekî ji bo li ber çeteyekî bigire, xwe bi ser wî de avêt, lê çete yekser teqemeniya li xwe pêçandibû, teqand û xebatkarê şaredariyê şehîd xist.

 11 ŞEHÎD

Di komkujiyê de xebatkar û avakarê şaredariyê Îbrehîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebce Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn. Gelek endamên din jî birîndar bûn.

LI SER ŞOPA DAIŞ’Ê

Êrişa li dijî avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê wek êrişa yekemîn a li ser navendên xizmetguzariyê bû. Piştî vê êrişê rêzeêrişên çeteyên DAIŞ’ê û yên dewleta Tirk a dagirker li ser sazî, xebatkar, kesayetên pêşengên civakê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin.

Li ser şopa çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker di Mijdara 2023`yan û destpêka 2024`an de bi balafirên şer û yên bêmirov ên biçek êrişî stasyonên petrol, gaz û kehrebe, depoyên genim, kargeh û saziyên xizmetguzariyê  û saziyên tenduristiyê dan destpêkirin.

Li gorî daneyên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, ji ber êrişan bi qasî 5 milyon dolar zirar çêbûye û nêzî 120 hezar malbatên li bajarên kantona Cizîrê û bajarê Kobanê ji av û kehrebeyê bê par mane.

LI DIJÎ BENDAVA TIŞRÎNÊ ÊRIŞÊN BÊNAVBER

Ji 8`ê Kanûna 2024`an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer, yên bêmirov, obîs, moşek û tankan êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.

Bendava Tişrînê, di warê enerjî û berhemanînê de duyemîn mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Bendav bi alavên xwe yên elektronîk ên pêşketî û teknolojiyên nûjen hatiye avakirin. Bendav ji 6 turbînên berhemanîna elektrîkê pêk tê. Giraniya her turbînekê hezar û 900 ton e û her yek ji wan dikare zêdetirî 100 megawat elektrîkê hilberîne. Kapasîteya gola bendavê jî bi qasî 1,9 milyar metrekab av e.

Ev êriş metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir dikin, nemaze ku bendav ji bo bi milyonên niştecihên li Heleb, Kobanê û Reqayê wekî reha jiyanê tê dîtin. Êrişên li ser bendavê gefeke rasterast a li ser ewlehiya av û aboriyê çêdike û dê şêniyan li hemberî karaseteke mirovî û aborî rû bi rû bihêle.

25`ê Sibatê (2025) Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dabû û diyar kiribû êrişên dewleta Tirk a dagirker metirsiya hilweşîna Bendava Tişrînê zêde dikin û wê bi xwe re karesatên mirovî û jîngehî yên mezin bînin.

7’ê Adarê jî Yekitiya Endazyaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bendava Tirşînê hişyarî dabû û bang li rêxistinên navneteweyî kiribû ku êrişên li ser bendavê rawestînin.

(bb)

ANHA