ˋUrdin wê nebe qada destpêkirina tu êrişekê li dijî Îranêˊ

Wezîrê Karê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî di pêwendiyeke telefonî de ji hempîşeyê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re got ku welatê wî wê nebe qadeke destpêkirina tu êrişeke leşkerî li dijî Îranê.

ˋUrdin wê nebe qada destpêkirina tu êrişekê li dijî Îranêˊ
2 sibat, 2026   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Urdinê Eymen El Sefedî ji hempîşeyê xwe yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya telefonê ragihand ku welatê wî wê nebe qadeke destpêkirina tu êrişeke leşkerî li dijî Îranê.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Urdinê de hate diyarkirin ku El Sefedî ji Eraqçî re ragihand ku Urdinê wê nebe qada şer û pevçûnan ji bo êrişên li dijî Îranê, her wiha wê nehêle ku tu alî vê aramî û ewlehiyê tek bibin, wê li hember hemû hewldanên binpêkirinan qada asîmanî bisekinin.

(ac/fr)

ANHA