ˋTenê Rêbertî dikare vê merheleyê bi rê ve bibe û aştiyê pêk bîneˊ

Jinên li Çilaxa pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û diyar ku têkoşîna wan heta bidawîkirina vê pergalê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didome û got: "Tenê Rêbertî dikare vê merheleyê bi rê ve bibe û aştiyê li herêmê pêk bîne."

ˋTenê Rêbertî dikare vê merheleyê bi rê ve bibe û aştiyê pêk bîneˊ
7 sibat, 2025   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jin hêrs û bertekên xwe li hemberî berdewamkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran pê re, nîşan da.

Di vê çarçoveyê de welatiya bi navê Sara Ehmed ê ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê berdewamkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker  ve bi "kiryarên derexlaqî û derqanûnî" wesif kirin.

Sara wiha got: "Gotinên desthilatên Tirk û pratîkên wan hev nagirin. Ji aliyekî ve pergala li dijî Rêbertî giran dike û ji aliyekî din ve jî dibêje ew hewl dide aştî pêk bê. Ew durûtî necidiyeta dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna aştiya li herêmê de aşkera dike."

Sara diyar kir ku têkoşîna gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mezin, biçûk, jin, mêr, keç û xortên xwe ve heta rakirina pergala tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didome.

Radiya Îbrahîm El Agob a ji Çilaxa got kiryarên di girtîgeha Îmraliyê de li ser Rêber Abdullah Ocalan tên ferzkirin nayên qebûlkirin û wiha domand: "Misogerkirina aştiya li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Divê dewleta Tirk vê rastiyê baş bizanibe. Tenê Rêbertî dikare rêvebertiya vê merheleyê bike û aştiyê li herêmê pêk bîne."

Her wiha Etiye Hacî jî pergala êşkence û qirkirinê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk di dan û standinên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo pêkanîna aştiya li herêmê ne cidî ye û got berdewamkirina pergala êşkence û qirkirinê nîşaneya vê ya aşkera ye.

Etiye wiha domand: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryara xwe ya dewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ne. Em ê heta pêkanîna armancên xwe li qadên têkoşînê bin."

Fatme Seberî jî axivî û got: "Rêbertî, di hewldan û dan û standinên xwe yên ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê de zelal e. Lê hîna pergala êşkence û qirkirinê didome, ev yek nayên qebûlkirin û divê yekser were bidawîkirin."

(fr)

ANHA